Sekreterê Giştî yê KKP’ê Mele Omer diyar kir, Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêvî û got, “Em xwedî li Serok Apo derkevin û ji bo azadiyê bibin yek ku xaka xwe ji mêtingeran rizgar bikin.”

Li her devera Rojava, mirov hene ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine û dixwazin qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re bikin. Yek ji van jî Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Necmeddîn Mele Omer e. Omer ku li Şamê bû mêvanê Ocalan û yekemcar derfet dît ku li ser komunîzmê bi berfirehî nîqaş bike, anî ziman ku hem wê nîqaşa xurt hem jî sekna wî ya şoreşgerî gelekî bandor li wî kiriye.

Necmeddîn Mele Omer qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re kir û got, “Sala 1995’an me dît ku hevalên PKK’î li Rojava kar dikin. Wê demê bi rêya du hevalên bi navê Goran û Mahsûn, min îmkan dît ku Rêbertiya Partiyê bibînim. Ji ber ku îdeolojiya me û ya wan gelekî nêzî hev bû, me xwest wî bibînin. Em çûn Şamê, heval gelekî bi me re eleqedar bûn. Em çûn gel Serok û ew jî gelekî bi me re eleqedar bû. Nêzî 8 saet û 20 deqeyan bi rengekî kûr û dirêj me nîqaş kir.

Wê rojê, destpêkê em li ser dîrokê û yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê axivîn. Wê demê hîn saziya KNK’ê tine bû. Piştre karên ji bo avakirina wê dest pê kirin. Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê û rizgariya neteweyî ji bo me hemûyan bi qasî av, hewa û nan pêwîstî ye. Partiyek an jî komek bi tena serê xwe di demeke wiha de nikare li dijî dijmin tiştekî bike. Eger em bibin yek hingî em ê bi ser bikevin.”

‘PROJEYA KNK’Ê YA RÊBER APO GIRÎNG E’

Omer bi bîr xist, Kurdistan herêmeke girîng e ku çavkaniyên avê, çandiniyê, petrolê, zîv û gelek çavkaniyên din lê hene û li ser mijarên ku bi Ocalan re li ser nîqaş kirin got, “Bi çar parçeyan hatine parçekirin û çar dijminên cuda yên bêrehm hene. Bi hev re hewl didin mejiyê mirovan bişon û wan bêçand bihêlin. Li dijî dijminên bi vî rengî divê mirovahî xwe biparêze. Divê mirov bibin yek deng û bi rengê yekîtiyê tevbigerin. Bi yekîtiyê mirov dikarin xwedî li mafê xwe derkevin.

Gotibû, ji bo vê yekê KNK girîng e û divê kar bê kirin. Me qala taybetmendiyên giştî yên partiyên xwe û rewşa gelê xwe kirin. Mirov dema dest bi karê şoreşê dikin, divê xwe û dijminê xwe nas bikin, zanibe ku ji her serdemê tiştekî hîn bibe û rast bixwîne. Me li ser Komunîzm, Marksîzm, çep a radîkal, paşverûtiyê nîqaş kirin.”

‘DIVÊ EM BIBIN XWEDÎ KESAYETÊN ŞOREŞGER’

Omer pirsa, “Serok Apo çima zindanîkirî ye, çima 24 saetan bi kamerayê tê şopandin û çima tecrîdkirî ye?” kir û got, “Ev hemû nîşan didin ku ev mirov kesayetekî şoreşger e. Ez; siyasetmedarek dixwazim ji vê derê bang l karker, kedkar û mirovên welatparêz bikim. Bila haya wan ji vê rewşê hebe, bi her kesî bidin bihîstin. Serok Apo ev gel gihand astekê, gel pê piştrast e. Divê em xwedî li kesayetên şoreşger derkevin ku hêviyê diafirînin.

Serok Apo bi sedan, bi hezaran ciwanên leheng, pak û şoreşger li Kurdistanê li hev civand û rê li ber hêviyên mezin vekir. Rêberek e ku dizmeta aştî, demokrasî û azadiyê dide gelê me, dide dostên me. Ya ku ji me tê xwestin ew e ku her kes bi wî piştrast be, dengê xwe li dijî neheqiyê bilind bike û sekna xwe nîşan bide. Kesayetekî bi vî rengî yê şoreşger eger dîl girtî be, wê demê em; gelên şoreşger divê li ber vê rabin û dengê xwe bilind bikin.”

‘QASIDÊ AŞTIYA DINYAYÊ; ABDULLAH OCALAN’

Omer li ser 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Ew qasidê aştiyê yê dinyayê ye. 4’ê Nîsanê rojbûna şoreşgerê azadiyê Abdullah Ocalan li gelan hemûyan pîroz be. Bang li gelê me, gelê welatparêz ê Kurdistanê, alîgirên aştiyê, gelên ji her neteweyê dikim ku bi fikir, felsefe û çanda Serok Apo bibin yek.

Bang li şoreşgerên Kurdistanê hemûyan dikim. Tevî ku niha li zindanê ye, dijminên mirovahiyê ji wî û fikrên wî ditirsin. Ji ber vê yekê xwedî îradeyeke xurt e û divê em xwedî li vê îradeyê derkevin. Bi taybetî jî dixwazim bang li partiyên Kurdan hemûyan bikim; em xwedî li Serok Apo derkevin û ji bo azadiyê bibin yek ku xaka xwe ji mêtingeran rizgar bikin.

Xaleke din ku herî zêde bandor li me kir ew e, ku jiyana xwe bi temamî fedayî gelên bindest kiriye. Vê yekê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan hemûyan dike. Her kesên xwe welatparêz, alîgirê aştiyê, alîgirê çareseriyê û xwedî wijdan dibînin, divê piştgiriyê bidin Rêberê Şoreşê Abdullah Ocalan.”