Dadgeha Bilind Yargıtay, beriya niha kinbûna navê partiyê HEDEP, ji sedema dişibe HADEPê, red kir û got divê navê partiyê werê guhertin.
Konseya Rêveberiya HEDEPê jî, di 11ê Kanunê de, navê partiyê weke DEM Partî guhert û serlêdan kir.
Guhertina navê partiyê, li dadgeha bilind Yargitay hate qebûl kirin.
Bi qebûl kirina DEM Partî, hejmara partiyên siyasî yên li Tirkiyê bûne 141 partî.