Perwerdekarên Akademiya “MA Mûsic”ê behsa girîngiya zimanê dayikê kirin û gotin: Heke zarokek bikare bi zimanê dayikê stranan bibêje, ev darbeyeke herî mezin ya li faşîzma Tirk e.

Perwerdekar Ferhat Ertaş, îşaret bi 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê kir û got; Her gel û netew ji bo mafên ziman têkoşînê dike. Em Kurd jî ji bo zimanê dayikê, bi riya medya , muzîk, wênesazî û her qadê têkoşînê dikin. MA Music jî jî bi riya muzîkê têkoşînê dike.

Ertaş, bal kişande asîmîlasyona zarokan û got: Me li dijî asimilasyonê perwerdehî daxistiye navbera 0 û 5an. Em bi muzîka kurdî li mîrateya hişmendiya Kurd û zimanê Kurdî xwedî derdikevin, Muzik hîna di zikê dayikan de jî bandorê li zarokan dike.

Perwerdekar Evîn Tiryakî jî got; Zarok bi awayekî zanebûn hedef têne girtin. Axaftina bi Kurdî qedexe ye, me jî muzîka Kurdî û perwerdehiya bi muzîka Kurdî derxiste pêş. Di destpêkê de, zarokên bi kurdî nizanin ewilî dudilî dimînin, piştre vê merhalê derbas dikin, bi heyecan dest bi muzîk û stranan dikin, piştre dest bi axafina Kurdî dikin.