Dayikên Şemiyê ku ji 27’ê Gulana 1995’an û vir ve bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, aqûbeta wan bê eşkerekirin, berpirsyar bên darizandin” têdikoşin, duh danê êvarê li gelek kolanên navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê xebatên afîş daliqandinê kirin.

Çalakî di çarçoveya 30’ê Tebaxê Roja Windakirinên Bi Zorê ya Navnetewî de hat kirin ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin.

Li ser afîşan diruşmên: “Stenbol me windayên te ji bîr nekirin”, “Çi bi windayên me hat?” bi Koda QR ya ku çîroka 31 kesên di navbera salên 1936-1995’an de li Stenbolê hatine windakirin vedibêje, cih girtin.

Navê 31 kesên ku çîroka jiyana wan di koda QR’ê de hatiye vegotin wiha ye:

Salîh Bozîşik ê di sala 1936’an de bi darê zorê hat windakirin, Alî Kayahan, Hayrettîn Eren, Nurettîn Yedigol, Silêman Cîhan, Mustafa Asım Hayrullahoglu, Maksut Tepeli, Yusuf Erîştî. Huseyîn Toraman Ayhan Efeoglû, Husamettîn Yaman, Soner Gul, Halîl Alpsoy, Hasan Gulûnay, Alî Kirgınli Erdogan Şakar, Alî Efeoglû, Behçet Canturk, Recep Kuzucu, Cuneyt Aydinlar, Fevzî Aslan – Salîh Aslan, Savaş Buldan – Adnan Yildirim – Hacî Karay, Lûtfiye Kaçar, Îsmaîl Bahçecî, Ridvan Karakoç, Hasan Ocak, Fehmî Tosun, Duzgun Tekîn.