Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser şerê navbera Fîlîstîn û Îsraîlê û got; Bûyerên derketine nîşan didin ku nêzîkatiya neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çiqasî girîng e.

KCK’ê destnîşan kir ku di encama êrîşên Hamasê û êrîşên dewleta Îsraîlê de, bi taybetî li Xezeyê, bi hezaran mirovên Îsraîlî û Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Vê rewşê em gelekî êşandin. Em weke Tevgera Azadiya Kurd, sersaxiyê hem ji gelê Filistînî û hem ji gelê Cihu re dixwazin. Ev helwestên pir xelet in û pirsgirêkan kûrtir dikin. Divê di zûtirîn demê de, her du alî dev ji êrîşan berdin.

KCK’ê dazanîn ku Pirsgirêka Filistînê, ne bi tundiyê, bi demokrasî û bi naskirina mafên gelê Filistînê çareser dibe.

Bûyerên li Filistîn û Îsraîlê derketin holê, girîngiya neteweya demokratîk ya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêşxistiye nîşan dide. Zîhniyeta dewletparêz çavkaniya pirsgirêkên civak û mirovahiyê ye.

Hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd jî di nav de, ji ber zihniyeta netewe-dewletparêz e. Pirsgirêka Îsraîl-Filîstînê jî encama vê ye. Hemû pirsgirêk, pirsgirêka Kurd û Filistînê jî di nav de, tenê bi derbaskirina zihniyeta netewe-dewletparêz çareser dibin.

Guhertinek rasteqîn dikare rêveçûna bûyeran biguhere, ev yek tenê bi derbaskirina zîhniyeta netew-dewletparêz, bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk a Rêber Apo ya li ser bingeha jiyana hevbeş, wekhev û hevpar pêkan e. Rastiya li Rojhilata Navîn, nêzîkatiya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkan bi pêşxistiye piştrast dike.

Pirsgirêka Qudusê, ku ji bo 3 olan pîroz tê dîtin, bi vê modelê dikare çareser bibe. Yekane rêbaza ku, wê dubendî, nakokî û tunekirinê ji holê rake, nêzîkatiya neteweya demokratîk e.

KCK got; Em weke Tevgera Azadiya Kurd, her tim li cem doza mafdar a gelê Filistînê ne. Çareserkirina pirsgirêka Fîlîstînê jî, mîna pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêşxistina demokratîkbûna Rojhilata Navîn girîng e. Divê dewleta Îsraîlê vê rastiyê bibîne, hebûn û vîna demokratîk a gelê Filistînê nas bike. Ev yek, bi taybetî ji bo gelê Cihu şertekî bingehîn e.

Tê zanîn ku, gelê Cihu rastî trajediyên dîrokî û qirkirinan hatiye. Ji bo vê jî, bêyî çareserkirina pirsgirêka Filistînê, gelê Cihu wê nikaribe xwedî wijdan û wê nikaribe komkujiyên dîtine mahkûm bike.

Gelê Cihu yek ji gelên qedîm ê Rojhilata Navîn e, wek gelê Kurd, Ereb, Fars, Tirk, Aramî û hwd. mafê gelê Cihu heye li Rojhilata Navîn, li erdîngariya qedîm bijî.

KCK’ê diyar kir ku gelek dewlet, bi taybetî dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ji dil û rast nêzî pirsgirêka Filistînê nabin. Vê pirsgirêkê bikartînin. Şefê faşîst Erdogan, hewl dide pirsgirêka Filîstînê bikar bîne û polîtîkayên qirkirina Kurdan bimeşîne.

Eger dewleta Tirk û Erdogan di gotinên xwe de jidil bûna, berî her tiştî gelê Kurd qir nedikirin. Pirsgirêka Kurd jî weke pirsgirka Filistînê ye. Çawa ku li Îsraîlê, bêyî dîtin û naskirina mafên gelê Filistînê demokrasî pêk nayê, li Tirkiyê jî, bêyî dîtina rastiya Kurd, bêyî naskirina mafên gelê Kurd demokrasî pêk nayê.

Dewleta Tirk, bi fermana Erdogan, di êîrşên li ser Rojava de, bendav, santralên elektrîkê, birên petrolê, ambarên xwarinê, nexweşxane, dibistan bombarduman kirin. Bi dehan kes kuştin. Kesên ku van tiştan li Kurdan dikin, nikarin ji dil nêzî gelê Filistînê û doza wan bibin. Erdogan bi dirutî û sextekatiyek mezin raya giştî ya cîhanê dixapîne.