Helin Ümit, bal kişande ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, hakan Fîdan ya Baxda û Hewlêrê û got; Eger PKK lewaz bibe, ne PDKe dimîne û ne jî statuya Herêma Başûr dimîne. Lê PKKe, Yekîtiya Kurdan diparêze û naxwaze ku îhanetek wiha dinava Kurdan de hebe. Her têkiliya bi dewleta Tirk a dagirker re, gelê Kurd birîndar dike.

Helîn Umît, destnîşan kir ku planekî cîddî li ser Kerkûkê heye û got; Dewleta Tirk demek dirêj e Tûrkmenên Kerkûkê rêxistinî dike û dixwaze bi riya hebûna wan, bajarê qedîm yê Kurdan Kerkûkê, weke welatê Tirkan ragihîne. Ji bo vê jî planekî berfireh amade dike. Armanca wan tenê PKKê nîne. Dema ku PKK lewaz bibe, PDKe jî, li holê namîne. Di deman demê de statuya herêma Başûr jî namîne.

Divê rewşenbîr û siyasetemdarên Kurd, bi akl-i selîm tevbigerin û li gortî berjewendiyên neteweyî dengê xwe bilind bikin. Divê dengê xwe li PDKê bikin da ku îhaneta bi dewleta Tirk re bidê rawestandin. Divê hê bêhtir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dengê xww bilind bikin. Tevgera Bedir, eşkere got, divê Tirk ji xaka Iraqê derkevin. Divê Kurd jî vê daxwaze bikin û dewleta Tirk ji xaka xwe derxînin.