Ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber strasyona trenê ya navendî çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Aktîvîstên Kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên me ne” hatin hildan. Di dema çalakiyê de belavokek bi zimanî Elmanî ya li ser armanca çalakiyê hate xwendin. 

ZURICH

Li bajarê Zurichê jî, bi banga Platforma Piştevaniya Grevên Birçîbûnê li Stauffacherê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgeran bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û bi wesîleya salvegera 104’an a Komkujiya Ermenan, kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Di çalakiyê de li ser grevên birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin.

DELEMONT

Li bajarê Delemontê, Platforma Piştevaniya Grevên Birçîbûnê çalakiyek li dijî tecrîdê pêk anî. Çalakgeran bal ikşandin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan.

FLORANSA

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê, bi rengekî sembolîk 2 rojan greva birçîbûnê pêk hat û Kurd û dostên wan ên Îtalyayî tevlî bûn. Bala gelek televîzyon, radyo û rojnameyan li ser çalakiyê bû. Li ser berxwedêrên greva birçîbûnê dosyayek pêşkêşî meclîsa eyaleta Floransayê hate kirin. Alîkara Serokê Meclîsa Eyaletê Elisabetta Meucci û endamê meclîsê Tommaso Fattori pêşwaziya heyetê kirin û piştre serdana cihê greva birçîbûnê kirin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, ji bo piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Bi vê armancê belavok hatin belavkirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên Amara, Sara û Nûjîn li dijî tecrîdê û ji bo piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya Yekîtiya Ewropa û saziyên wê yên li pêşberî tecrîdê hate şermezarkirin.