Walîtiya Wanê dema ‘qedexeya çalakî û xwepêşandanan’ a li Wanê ku di sala 2016’an de ragihand û ji hingî ve dewam dike, ji bo 15 rojên din dirêj kir.

Walîtiya Wanê ji 21’ê Mijdara 2016’an ve meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê û vekirina standan qedexe kiriye. Walîtiyê dema vê qedexeyê careke din dirêj kir.

Walîtiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji sibe û pê ve heta 15 rojan li qadên vekirî pêkanîna meş, xwepêşandan, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, danîna standan, lidarxistina kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan qedexe ye.