Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê dîlgirtî ye, di hesabê xwe yê Twitterê de ji bo hilbijartinê peyamek da.

Demîrtaş di peyama xwe de ji bo xwedîderketina li sindoqan bang kir.

Peyama Demîrtaş wiha ye: “Merheba, hûn çawa ne? Em diçin ser sindoqan, ne welê? Ji kerema xwe dengê xwe bidin û heta ku jimartin bi dawî bû xwedî li sindoqan derkevin. Em êvarê bi hev re encameke xwe bibînin.”

Demîrtaş wêneyê çûkekî ku bi xwe xêz kir, weşand û got, “Dixwazim wêneyekî xwe yê din bi we re parve bikim. Bi hêviya ku sibe wê xweştir be…”

View image on Twitter