Selahattîn Demîrtaş got, “Erdogan siyasetmedarekî bêkêr e, bêpêşdîtin e, ji siyasetê, dîrokê û cografyayê fêhm nake.”

Rûniştina doza darizandina Hevserokê berê yê HDP’ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, li Salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk tê.

Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê tevlî rûniştinê bû. Gelek kesên xwecihî û navneteweyî ji bo şopandina rûniştinê li ber salona dadgehê li hev civiyan.

Beşek ji heyetên navneteweyî tevlî rûniştinê hatin kirin, beşek jî tevlî nehate kirin. Parlamenterê Partiay Sosyal Demokrat a Swêdê Yilmaz Kerîmo, Alîkara Serokê EFA/KESK Lorena Lopez Lazcalle tevlî rûniştinê hatin kirin, lê Parlamenterê Partiya Sor a Norwêcê Johan Petter Andresen tevlî nehate kirin.

Tevî parêzerên Demîrtaş, parlamenterên HDP’ê Mahmût Togrûl, Mehmet Tuştu Tiryakî, Abdûllah Koç û parlamenterên berê yên HDP’ê Nazmî Gur, Hamît Geylanî, Nîhat Akdogan û Serokê berê yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî cihê xwe di nava temaşevanan de girtin.

‘BI HEVKARIYA CEMAET-AKP’Ê BÊHIQÛQÎ HATE KIRIN’

Demîrtaş got, “Eger hûn bi hurmetî nêzî hiqûqê dibin hingî hûn bi exlaq in; eger hûn bi exlaq bin hûn rumetê nîşanî hiqûqê didin. Ya ku li vir tê kirin bê exlaqiya herî mezin e.

Herêm bi temamî ji aliyê feraseteke çete ya bi hevkariya AKP-Cemaetê ve ku provoke dikir, dihate birêvebirin. Ji aliyekî ve hevdîtin li Osloyê dihatin kirin, li aliyê din bi sedan siyasetmedar, hevşaredarên BDP’ê dihatin girtin. Me ji aliyekî ve ji bo xurtbûna siyaseta demokratîk hewl didan, li aliyê din jî bi hevkariya dozger, amîrên emniyetê bi delîlên sexte her roj 50, 100, 200 kes bi ‘operasyonên dijî KCK’ê’ dihatin girtin.

Ez dubare dikim, ne cemaet, ez vê yekê bi temamî naxim stuyê cemaetê. Ev tişt ji aliyê îradeya siyasî ya AKP’ê ve hate kirin. Ji ber ku cemaet mejiyê AKP’ê bû. AKP cemaetparêz bû. Ji parêzvanên xwe heta şêwirmendên xwe, ji wezîrên xwe heta waliyên xwe, ji parlamenterên xwe heta serokê bajaran…”

‘ERDOGAN BÊKÊR Û BÊPÊŞDÎTIN E’

Demîrtaş bi bîr xist ku di nava 8 salan de çi tiştên wan gotin, eşkere bûn ku yek bi yek rast in û wiha dewam kir: “Erdogan û AKP’ê hişyariyên me ji nedîtî ve hatin. Cemaetê çi jê re got, mîna berxikan kirin û ji ber vê yekê welat kete nava mercên 15’ê Tîrmehê. Erdogan ders jê dernexistiye. Yên ku wî hişyar dikin weke dijminê xwe dibîne, dixe girtîgehê û hewl dide bi kurtilxurên xwe ji wî xwedî dikin hewl dide li desthilatdariyê bimîne. Ders jê dernexistiye. Em li heman cihî ne. Dek û dolabeke mezin li dora Tirkiyeyê digere. Erdogan siyasetmedarekî bêkêr e, bêpêşdîtin e, ji siyasetê, dîrokê û cografyayê fêhm nake. Ji ber vê yekê jî polîtîkayên xwe yên şaş didomîne. Serketina Erdogan a di hilbijartinê de ne ji ber wê ye ku siyasetmedarekî pispor be, ji ber ku demagogekî pispor e, di hilbijartinê de bi ser bikeve.”

DI RÛNIŞTINÊ DE SILAV LI LEYLA GUVEN HATE KIRIN

Di dema axaftina Demîrtaş de HDP’iya bi navê Husniye Kart got, “Ez dadgeha we nas nakim. Silav ji Leyla Guven re. Bila tecrîd bi dawî bibe.” Polîsên sivîl devê wê girtin û Kart birin qereqola girtîgehê. Tê gotin ku li benda fermana dozgeriyê ne.

Rûniştin bi parastina Demîrtaş didome.