50 Xelatgirên Nobelê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, nameyeke hevpar ji saziyên navneteweyî re şandin.

Name bi navê Adolfo Perez Esqûîvel hate şandin ku sala 1980’î Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt. 50 kesên ku di beşên cuda de xelata Nobelê wergirtin, mohra xwe danîn binê nameyê. Demond Tûtû yê ji Efrîka Başûr, Betty Wîllîams ê ji Îrlanda Bakur, Jose Ramos Horta yê ji Tîrmor a Rojhilat, Dûdley R. Herschbach ê ji DYE’yê, Joachîm Frank ê ji Elmanyayê û J. Robîn Warren ê ji Awûstralyayê çend ji wan e.

Name ji rêveberên çar saziyan re hate nivîsandin. Rêveberên saziyên ku name ji wan re hatine şandin: “Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland, Nûnera Bilind a Polîtîka Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, Serokê Demê yê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê Miroslav Lajčák û Sekreterê Rêveber ê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê Regit Brillat.

Esqûîvel got, “Ji bo tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe, Leyla Guven û kesên din di greva birçîbûnê de ne ku zextê li hikumeta Tirk bikin. Ji bo min cihê rûmetê ye ku ez fikarên 50 Xelatgirên Nobelê yên li ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven û yên din ji we re ragihînim.”

Esqûîvel piştre daxuyaniya banga hevpar a 50 Xelatgiran ragihand. Xelatgirên Nobelê ji Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê û CPT xwestin, ji bo dawî li înkarkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bê anîn, tedbîrên pêwîst bigirin.

Di nameyê de hate gotin, “Hikumeta Tirk jî, mîna hikumetên din hemûyan, neçar e ku jiyan û rûmeta her kesên girtî misoger bike.”

Xelatgirên Nobelê bang kirin ku tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi dawî bibe û gotin, “Em, Xelatgirên Nobelê yên ji beşên cuda ku mohra xwe danîne binê vê nameyê, bang li hikukmeta Tirk û civaka navneteweyî dikin, ku di vê kêliya jiyanî de ji bo bidawîbûna tecrîda hucreyê ya li Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tê ferzkirin, bang dikin ku bi lezgînî tedbîr werin girtin. Li gel vê bangê, em piştgiriyê didin parlamentera Kurd Leyla Guven a li Amedê girtî ye û bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ku bi heman daxwazê di grevê de ne û rewşa wan metirsîdar e.”

Xelatgirên Nobelê yên mohra xwe danîne binê bangawaziyê:

Adolfo Pérez Esquivel, Argentina. Nobel Peace Prize Laureate 1980 – Betty Williams, Northern Ireland. Nobel Peace Prize Laureate 1976 – Desmond Tutu, South Africa. Nobel Peace Prize Laureate 1984 – F. W. De Klerk, South Africa. Nobel Peace Prize Laureate 1993 – Jody Williams, United States. Nobel Peace Prize Laureate 1997 – José Ramos-Horta, East Timor. Nobel Peace Prize Laureate 1996 – Leymah Roberta Gbowee, Liberia. Nobel Peace Prize Laureate 2011 – Mairead Corrigan Maguire, Northern Ireland. Nobel Peace Prize Laureate 1976 – Oscar Arias, Costa Rica. Nobel Peace Prize Laureate 1987 – Shirin Ebadi, Iran. Nobel Peace Prize Laureate 2003.

Dudley R. Herschbach, United States. Nobel Laureate in Chemistry 1986 – Elias James Corey, United States, Nobel Laureate in Chemistry1990 – Gerhard Ertl, Germany. Nobel Laureate in Chemistry 2007 – Joachim Frank, Germany / U.S. Nobel Laureate in Chemistry 2017 – John C. Polanyi, Canada. Nobel Laureate in Chemistry1986 – Kary B. Mullis,
United States. Nobel Laureate in Chemistry1993 – Richard Henderson, Great Britain. Nobel Laureate in Chemistry 2017 – Robert H. Grubbs, United States. Nobel Laureate in Chemistry 2005 – Roger D. Kornberg, United States. Nobel Laureate in Chemistry 2006 – Thomas R. Cech, United States. Nobel Laureate in Chemistry1989 – Walter Gilbert, United States.

Nobel Laureate in Chemistry1980 – Yuan T. Lee, Taiwan. Nobel Laureate in Chemistry1986.

Edward C. Prescott, United States. Nobel Laureate in Economics 2004 – Eric S. Maskin, United States. Nobel Laureate in Economics 2007 – Finn E. Kydland, Norway. Nobel Laureate in Economics 2004 – Oliver Hart, Great Britain. Nobel Laureate in Economics 2016.

Alice Munro, Canada. Nobel Laureate in Literature 2013 – Elfriede Jelinek, Austria. Nobel Laureate in Literature 2004 – J. M. Coetzee, South Africa. Nobel Laureate in Literature 2003 – Mario Vargas Llosa, Peru. Nobel Laureate in Literature 2010 – Wole Soyinka, Nigeria. Nobel Laureate in Literature 1986

Carol W. Greider, United States. Nobel Laureate in Medicine 2009 – Edmond H. Fischer, Switzerland / U.S. Nobel Laureate in Medicine 1992 – Eric R. Kandel, Austria. Nobel Laureate in Medicine 2000 – Erwin Neher, Germany. Nobel Laureate in Medicine1991 – J. Robin Warren, Australia. Nobel Laureate in Medicine 2005 – Jack W. Szostak, Great Britain. Nobel Laureate in Medicine 2009 – Leland H. Hartwell, United States. Nobel Laureate in Medicine 2001 – Louis J. Ignarro, United States. Nobel Laureate in Medicine 1998 – Sir Richard J. Roberts, Great Britain. Nobel Laureate in Medicine 1993 – Sydney Brenner, South Africa. Nobel Laureate in Medicine 2002 – Thomas C. Sudhof, Germany / U.S. Nobel Laureate in Medicine 2013 – Tim Hunt, Great Britain. Nobel Laureate in Medicine 2001 – Torsten N. Wiesel, Sweden. Nobel Laureate in Medicine 1981.

Anthony J. Leggett, Great Britain. Nobel Laureate in Physics 2003 –Gérard Morou, France. Nobel Laureate in Physics 2018 – Kip Stephen Thorne, United States. Nobel Laureate in Physics 2017 – Sheldon Glashow, United States. Nobel Laureate in Physics1979 – Steven Weinberg,United States. Nobel Laureate in Physics1979 – William D. Phillips,United States. Nobel Laureate in Physics1997.