Tevgera Jinên Kurd a Ewropa -TJK-E, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û berpirsiyariya CPT’ê bînin bîra wê, bi sedan nameyên di çarçoveya kampanya de kom kiribûn ji bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê şandin.

Jinan beriya nameya bişînin daxuyaniyek dan û gotin;

Em jinên Kurd, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û em ê di bin her şert û mercî de ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşinê bikin.

Jinan bi berzkirina dirûşmeyan name avêtin kutuyên postexaneya navendî ya Dusseldorfê û dawî li çalekiya xwe anîn..