Hunermendên Efrînî ji bo salvegera demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hestên xwe anîn ziman û diyar kirin, 27’ê Mijdarê roja berxwedan û çespandina nasnameya Kurdî ye.

Bi munasebeta demezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hunermedên Efrînî diyar kirin ku 27’ê Mijdarê ji bo hemû Kurdan rojek jiyanî û rûmetê ye, her wiha bi boneya vê rojê hêvî kirin ku hemû partiyên Kurd bibin yek û li kêleka PKK’ê li hemberî dagirkeran şer bikin.

Hundermed Ciwan Hesen di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku roja 27’ê Mijdarê rojek pîroz e, roja vejîna gelê Kurd e û roja têkoşînê ye û got: “Ji bo me Kurdan 27’ê Mijdarê rojek jiyanî ye, ji ber ku PKK partiyeke zindî ye û dagirkerî jî ji zindiyan ditirse, ji ber wê jî zext li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê gelekî pir e. Mixabin jî partiyên Kurdî yên siyasî li hemberî vê tiştê bê helwest in, ji ber wê em weke hunermendên Efrînê, em banga li tevahî partiyên siyasî yên welatparêz û Kurdperwer dikin ku hewlesta xwe li dijî dijmin nîşan bidin û bi PKK’ê re Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

Hunermend Rêzan Bekir jî destnîşan kir ku bi demezrandina PKK’ê re ruh hate gelê Kurd û wiha pê de çû: “Bi rastî gelek şoreşên Kurdî di dîrokê de rabûn, lê şorşeşa PKK’ê cudatirî van şoreşên çûyî bû. Ji ber ku PKK’ê ruhê welatparêzî, hezkirina welat, şoreşgerî û gelek tiştên din di civaka xwe de çand û ez berwarim ku ev berhem ti carî ji bîr nabe, tişta ku PKK’ê di van 44 salan de daye avakirin hêşt ku gelê Kurd yê ku hêdî hêdî ber bi xetmandinê ve diçû ji nû ve tîrêja ronahiyê bibîne û rabe ser lingên xwe. Ji ber wê gava ku PKK hatiye demezrandin serkeftin ji Kurdan re hat nivîsandin. Ji ber wê PKK ne ji dil û ne jî ji mêjiyê me tê derxistin.”

Hunermend Newroz Silêman jî di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku Partiya Karkerên Kurdistan bû ronahî û çirûskek di nav gelê Kurd de hat vêxistin û wiha domend: “Demezrandina PKK’ê bû serkeftinek ji hemû jinên Kurd û azadîxwaz. Ji ber wê PKK bû fersendeke zêrîn ji jinên Kurd re ku jinê ji koletî û binpêkirinê xelas bike, her wiha felsefeya Rêber Apo hêşt ku jin hê bêtir xwe nas bike û xwe bighîne astekî bilind ji têkoşîn û berxwedaniyê. Ji ber wê jî di dawiyê de em vê rojê li hemû gelê Kurd, li Rêber Apo, li malbatên şehîdan û li hevalên me yên di çeperên şer de şer dikin pîroz dikin.”

Di dawiyê de jî hunermend Niyazî Sîdo 27’ê Mijdarê li hemû gelê Kurdistan, li şehîdên azadiyê û mirovê ku ev partî avakirî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û got: “PKK’ê bi rêbazekî nû, bi fikrekî nû û bi rengekî zanistî rewşa Kurdan şîrove kir û mirovên azad di nav xwe de ava kir. Her wiha PKK’ê gelek ava kir ku karibe bi siyastê bizane, rewşa xwe fêm bike û helwesta xwe nîşan bide, yanî em dikarin bêjin ku PKK’ê mirovên ku karibin ji bo berjewandiyên xwe û gelê xwe kar bikin avakir.”