Dewleta Tirk a dagirker ku nikare ji ber berxwedana gerîla rêkên dagirkeriyê çêbike, radibe ji gelê herêmê hin kesan bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze bigihêje armanca xwe.

Planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê baregehên xwe ava kiriye û hewl dide hin baregehên dîtir ên dagirkeriyê zêde bike. Yek ji van baregehan jî Girê Koordîne ya li qada Bektorya ya Heftanînê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ku nikare ji ber berxwedana gerîla rêkên dagirkeriyê çêbike, radibe ji gelê herêmê hin kesan bi kar tîne û bi vî awayî dixwaze bigihêje armanca xwe. Lewma hin kesan dixapîne û bi berjewendiyên madî wan di dagirkirina axa Kurdistanê de bi kar tîne.

Weke di dîmenan de jî xuya dike, dewleta Tirk bi çêkirina rêkên leşkerî hewl dide baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêdetir mezin û asê bike, bi vî awayî dagirkeriya li ser Kurdistanê hîn kûrtir bimeşîne.