Di bombardûmana dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirker de li Şêrawayê zarokek birîndar bû.

Ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker li gundê Aqîbe yê Şêrawayê zarokê 12 salî Îsa Mihemed birîndar bû.

Îsa Mihemed ji bo tedawiyê birin nuqteya tenduristiyê ya li Şêrawayê.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Îsa Mihemed cidî ye.

Artêşa Tirk a dagirker her wiha bombardûman li derdora Kampa Veger û gundê Dêrcemalê kir ku Efrînên koçberkirî lê ne.