Tevgerên ciwanan ên Kurd û enternasyonalîst di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ li gelek welatên Ewropa û Kanada dest bi çalakiyan dikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û tevgerên ciwanên enternasyonalîst bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê xwedî li pêngava 10’ê Cotmehê derkevin.

Tevgerên ciwanan di vê çarçoveyê de wê li 11 û 12’ê Mijdarê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li 10 bajarên Ewropayê bimeşin.

TCŞ û TekoJIN, navê bajar û dîroka çalekiyan bikin rêz kirin û gotin: Em bang li cinana dikin ku, ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya jinê, ji bo jiyaneke demokratîk û ekolojîk tevlî pêngavê bibin.

Rêxistinan got, Em ê ji Toronto. heta bi Bruksel, London û Parîsê û tevahiya payîtextên Ewropa çalekiyan bikin.