Endamê MED-DER Mamoste Xidir Karataş bal kişand ser asîmlasyona dewleta Tirk a li ser çand û ziman got: “Ziman nasnameya neteweyê diyar dike. Her civak mafê wî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe.

Ji Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanwê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mamoste Xidir Karataş diyar kir ku ji dîroka Komara Tirkiyeyê heta niha li ser gelê Kurd qirkirina çandî, civakî û siyasî pêk tê û got: “Ziman netewe û nasnameya mirovan diyar dike û ji bo vê yekê divê têkoşîna ziman xurt bibe. Em dixwazin hemû zaravayên Kurdî bi pêşve bibin. Ger ku nifşê nû fêri Kurdî bibin, wê pişaftinê pûç bikin. Li dijî pişaftinê û asîmîlasiyonê divê her kes xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.”

Yek ji hêmanên girîng ên ku dewlet û pergalên navendî ji bo tunekirina dîrok û nasnameya gelan xwe dispêrinê, ziman e. Mirov dikare bibêje ku ev hêman girêdayî nasname û hebûnê ye. Ziman bingeha kelepûra hizir, çand û civakbûnê ye. Ziman di pêşketin û pêşvebirina civakekê de koke. Ne gengaz e ku neteweyek bêyî ziman bikare parastina hebûna xwe, nirx, hizir û dabên xwe bike. Lewma ziman ji bo hemû gelan, berhemekî çandî û hizirînê ye. Parastina ziman tê wateya parastina hebûna kevnar û nûjen bi xwe.

Di destpêka hedefgirtina gelan de hêzên serdest pêvajoyên pişaftinê didin destpêkirin. Li Kurdistan û Tirkiyê jî polîtîkayên pişaftin û asîmlesiyonê di asta herî bilind de ye û her ku diçe zimanê Kurdî dikeve dibin talûkeyê de. Ji Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanwê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mamoste Xidir Karataş têkildarî polîtîkayên pişaftin û xebatên li ser ziman ji ajansa me re axivî. 

‘POLÎTÎKAYÊN TAYBET LI SER ZIMAN TÊN MEŞANDIN’

Karataş anî ziman ku ji dîroka Komara Tirkiyeyê heta niha li ser gelê Kurd qirkirina çandî, civakî û siyasî pêk tê. Karataş bilêv kir ku dema hêzên deshilatdar êrîşî li ser gelan dike, destpê êrîşî ziman û çanwê dike û wiha axivî: “Tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê li Kurdistanê polîtîkayên taybet li ser ziman, çand û dîrokê xistiye dewrê de. Dema qeyûm hatin tayînkirin destpê berê xwe dan dibistanên Kurdî girtin û hemû navê bi Kurdî guherandin. Dibin polîtîkayên enerjî û ewlihiyê de xwezaya Kurdistanê wêran kirin. Heskîfa xwedî dîrokek 12 hezar sal e dibin avê de dihêlin. Dîsan li Sûr û Cizîrê berhemên dîrokî wêrankirin. Ev polîtîkayên li Kurdistanê tên meşandin hemû li ser ziman e. Dema ziman tune bibe, dîrok jî tune dibe.”

‘KIRMANCKÎ DI BIN TALÛKEYÊ DE YE’

Karataş da zanîn ku armanca wan ew e li dijî asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî zimanê Kurdî biparêzin û bi pêş ve bibin dixebitin. Karataş bi bîr xist ku zaravayê kirmanckî yê Kurdî beriya niha UNESCO wek zimanê di bin xetereyê de diyar kiribû û wiha axaftina xwe dom kir: “Ji ber polîtîkayên dewletê yên pişaftinê û polîtîkayên taybet zimanê Kurdî dibin helandinê de ye. Li gel polîtîkayên pişaftin û asîmlîlasyonê  civak xwedî li zimanê xwe derdikeve. Di aliyê hîndekariyê de pirgirêkan em dijîn. Sedema vê jî bêderfetî û polîtîkayên hikûmetê yên li ser zimane. Bi salan e li Kurdistanê ji bo zimên zikmakî têkoşinek mezin tê dayin. Lê Dewleta Tirkiyeyê her dem bi qedexekirinê dixwaze pêşiya têkoşîna zimanê dayikê bigre. Dewlet bi hemû amurên desthilatdariyê hewl dide ku li şuna Kurdi, Tirkî serdest bike. Mafê her civakê heye ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û zimanê xwe pêş bixe. Em jî weke MED-DER têkoşîna vê yekê didin. Armanca me ew e ku zimanê Kurdî di jiyana rojane de serdest bikin û ji bo zimanê Kurdî ji bin talûkeyê rizgar bikin bi şev û roj dixebitin.”

‘ZIMAN NASNAMEYA NETEWEYAN E’

Karataş bal kişand li ser xebatên MED-DER’ê û got: “Komek dildarên ziman hatin li ba hev û MED-DER vekirin. Xebatên me li ser ziman, wêje, dîrok, hişmendî û jinolojî heye. Qûrsên me yên hînkirina zimanê Kurdî jî berdewam dike. Qûrsên Kurmancî û Kirmanckî hene û di rojên pêş de jî em ê qûrsa Soranî bidin destpêkirin. Ziman netewe û nasnameya mirovan diyar dike û ji bo divê têkoşîna ziman xurt bibe. Em dixwazin hemû zaravayên Kurdî bi pêşve bibin. Ger ku nifşê nû fêri Kurdî bibin, wê pişaftinê pûç bikin. Li dijî pişaftinê û asîmîlasiyonê divê her kes xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.”

‘HEWCEYÎ BI YEKITIYA NETEWEYÎ HEYE’

Kartaş derbirî ku li her welatê demokratîk gelek girîngiyê didin her zimanî û anî ziman ku li welatên demokratîk ji bo ziman bên jiyîn polîtîkayên wan yên taybet hene û ev tişt got: “Lê belê dema em li Tirkiyeyê dinêhirin, berevajî vêyekê dibînin. Tişta ku netewan ji hev cuda dihêle zimanê wan e. Nasîna nasnameya Kurd di qebûlkirina zimanê Kurdî de derbas dibe. Zimanê Kurdî tê înkar kirin û zimanê Kurdî nayê naskirin. Divê li Tirkiyeyê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Ji bo ev yek pêk bê jî divê Kurd yektiya xwe ava bike. Gelê Kurd di serdemek girîng û krîtîk de derbaz dibe. Ji ber êrîşên li dijî gelê Kurd, hewcehî bi avakirina yekitiyê heye. Kurdî, zimanê hemû Kurdan e. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”

‘DERIYÊ MED-DER’Ê JI BO HEMÛ ZIMANAN VEKIRIYE’

Kartaş bilêv kir ku li ser erdnîgariya Kurdistanê hemû ziman bi pişaftinê re rû bi rû mane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek civakên cuda yên weke Ermenî, Sûryanî û Ereb dijîn û zimanê wan jî dibin talûkeyek mezin de ye. Weke MED-DER’ê deriyê me ji bo hemû zimanan vekiriye û em ê ji bo zimanê van netewan jî xebatan bidin meşandin.”