Bi riya saziyên îdeolojîk ên weke Diyanet û MÎT’ê, zarokan ji rastiya wan dûr dixin û hewl didin zarokan di temenê biçûk de teşwîqî sîxuriyê bikin.

Hat ragihandin MIT’a tirk ji bo cejna zarokan a 23’ê Nîsanê ji zarokan xwestiye ku bi peyvên ‘ewlehî’, ‘îstixbarat’ û ‘sîxurê veşarî’ ku erka MÎT’î pênase dikin, resiman çêbikin û nameyan binivîsin.

Parlamentera DEM Parti ya Dersimê Ayten Kordu, bi daxwaza Wezîrê Perwerdeya Milî Yunus Tekîn bersiva pirsên wê bide li ser mijarê pirsnameyek da serokê meclîsê.

Ayten Kordu, bal kişand ser bernameyên ÇEDES’ê û got; “ÇEDES ji ber pêkanînek derî hiquqî ye. Meleyên ku tu têkiliya wan û zanîna wan a pedagojîk nîne bi riya ÇEDES’ê di dibistanan de kar dikin. Desthilata AKP-MHP, dahatuya vî welatî kiriye bin metirsîniyek mezin.

Ayten Kordu, pirsên wekî; “Gelo bi kîjan hincetan ji bo vê pêşbirka li dij rastî û pedagojiya zarokan destûr hatiye dayîn? Bi awayekî zelal diyar e ku bandorek neyînî li pêşketina psîko-civakiya zarokan dike.

Gelo li ser îhtîmala ku ev pêşbirk bandorek neyînî li pêşketina psîko-civakiya zarokan bike, nêrînên pisporan hatine pirsîn yan na?

Eger serlêdan hatibe kirin dê ev nêrîn bi raya giştî re bên parvekirin an na?

Gelo dema MÎT’ê ev pêşbirkê plan kir fikra wezareta we pirsî, yan jî hevkariya we xwest yan na?

Eger daxwaz kiribe, bersiva we ya ji bo vê yekê çi bû?

Gelo îdiaya ku armanca vê pêşbirkê di temenê biçûk de teşwîkkirina zarokan bo sîxurtiyê rast e yan na?

Gelo derbarê pêkanîna xebatên bi vî rengî de bi MÎT’ê re tu protokolek hat çêkirin an na?”