Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê berê yê Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê Brett MecGûrk di mijara kuştina lîderê çeteyên DAÎŞ’ê El Bexdadî de destnîşan kir, hin tişt hene ku divê Tirkiye rave bike.

Nûnerê Taybet ê berê yê DYE yê Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê Brett McGûrk operasyona kuştina lîderê çeteyên DAÎŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî ji Washîngton Postê re nirxand.

ÇIMA NE LI IRAQÊ YAN JÎ ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BÛ, LÊ LI ÎDLIBÊ BÛ?

McGûrk bal kişand ser kuştina serçete bi operasyoneke bi tevlîbûna QSD’ê û bi bîr xist ku Bexdadî li devereke ku tenê bi çend kîlometreyan dûrî sînorê Tiriyeyê ye hate kuştin. McGûrk got, “Hin tişt hene ku divê Tirkiye rave bike” û destnîşan kir, ku Bexdadî li rojavayê Iraqê yan jî bejahiya rojhilatê Sûriyeyê ku piştevanê xwe hene nehate dîtin, lê li Îdlibê hate dîtin.

‘BAWERÎ BI TIRKIYEYÊ NAYÊ’

Brett McGûrk anî ziman ku gundê Bexdadî lê hate kuştin li herêmekê ye ku demeke dirêj e bi nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ‘tê parastin’ û diyar kir, ku destpênekirina operasyonê ji Încîrlîkê girîng û watedare. McGûrk destnîşan kir, ev yek nîşan dide ku DYE ji hevalbendê xwe yê NATO’yê ji Tirkiyeyê bawer nake.

Brett McGûrk destnîşan kir ku Îdlib ‘bihuşta herî mezin a terorîstan’ e û bi bîr xist ku li Îdlibê nêzî 40 hezar çete hene ku piraniya wan jî ji Tirkiyeyê derbasî herêmê bûne. McGûrk diyar kir ku li herêmê dûvikên El Qaîdeyê yên li Sûriyeyê hene û anî ziman ku li herêmê bazirganiyeke mezin a sînor heye û di navbera çeteyên Tirkiye piştevaniya wan dikin de têkiliyeke berjewendiyan hene.

‘LI ŞÛNA TIRKIYEYÊ BI QSD’Ê RE HEVKARÎ HATE KIRIN’

McGûrk di nivîsa xwe de diyar kir ku Bexdadî ku li dinyayê terorîsteke herî zêde li wî tê gerîn li herêmeke bi vî rengî bi hêsanî dima û destnîşan kir, di mijara îstîxbaratê de bawerî bi Tirkiyeyê nabe. McGûrk destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî ji bo îstîxbaratê alîkarî ji QSD’ê hate xwestin.