Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di meha Çile ya îsal de, rejîma Îranê bi tohmetên cuda 74 kes bi dardekirin.

Ji wan, 7 kes ji ber tohmetên siyasî û olî, yên din jî, ji ber sûcên dizî û amurên hişber hatin dardekirin.

Hate diyar kirin ku 32 kes li girtîgeha Elburzê, yên din jî li girtîgeha Xoresanê ya Rezewî hatine dardekirin.

Ji 74 kesan 34 kes Kurd bûn, yên din jî Tirk û Belûç bûn.