Li ser erdhejên 6″ê Sibata 2023’an salek derbas bû.

Lê hîna jî pirsgirekên mexdurên erdhejê nehatine çareser kirin.

Mexdûrên erdhejê hîna jî bê malin û di şert û mercên zehmet de jiyana xwe didominîn.

Li Mereşê, welatiyên di bin konteyniran de dimînin gelek zehmetiyên dikişînîn.

Jina bi navê Çîgdem Kiziler da zanîn ku di erhejê de mala wê hilweşiyaye û piştre jî tu piştgirî ji dewletê nedîtiye û got;

Piştî erhejê em 3-4 mehan di bin kon de bi malbata xwe re man.

Piştî re jî em bi kesên ku me nas nedikir re di bin konan de man.

Jiyana kon pir zehmet bû. Em niha di bin konteyniran de dijîn. Dewletê tu piştgirî neda me.

Dema em hatin konteynirê koliyek alîkarî dan me. Ew jî têrî tu tiştekî nekir.

Hemû hewcedariyên xwe em dikirin. Av dikeve kontenirên me.

Ji bo em xwe ji baranê biparêzin me kon kişandiye ser.

Li Antakyayê jî pirsgirêkên binesazî, starbûn, tenduristî, perwerde û paqijiyê nehatine çareserkirin.

Yek ji mexdûrên erdhejê Hazar Durgun jî dibeje,

Tu tiştek derbas nebû, ya herî xirab jî tu tişt neguherî.

Gel bi derfetên xwe li ser piyan maye. Kesên ku sax man nizanin çawa dijîn.

Salek derbas bû. Gelo di nava vê salê de tiştek guherî na.

Hemû kes pir westiyayî ne û divê êdî bedelên vê westandinê hebin.

Em îro ji bo çand û bîranîna vê derê têdikoşin.

Gelo karê şaredariya bajarê tenê belavkirina kamyonek avê bû.

Bi mehan, ev dever bi şewba girîp û spiyan re têkoşiya.

Tiştên li vê derê qewimîn kê çiqas bihîst.

Niha hemû kesan me ji bîr kirine, em tenê mane.

Em wan rojan qet ji bîr nakin, lê hemû kesê me ji bîr kir.