Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan, bi pêşkêşkirina riya bazirganiya bi Iraqê re Bexda xelat kir û Herêma Kurdistanê ceza kir.

Di serdana Erdogan de, bi detshilatdairya Baxdayê re 26 lihevkirinên hatin îmza kirin. Di tevahiya van peymanan de, berjewendiya xelkê Herêmê nîne.

Yek ji peymanan xeta hesinî û veguhestina bejayî ya bendera Faw ya Besrayê ye û 1200 kîlometre di Herêma Kurdistanê re derbas dibe.

Ev rê ji bo veguhestina mal, tûrîzm û sektorên din e û divê heta sala 2050 temam bibe. Bihay çêkirina vê riyê jî 17 milyar dolar in.

Ev riya bazirganiyê wê bazirganiya dergehê Îbrahîm Xelîl bi temamî têk bibe.

Malbata Barzanî û PDK’ê, ji hatina vî dergehî bi milyoan dolar bidestdie.

Ligel vê riyê, dewleta Tirkiyê daxwaza deriyekî din veke û dereghê Îbrahîm Xelîl bi temamî bidê betal kirin.

Çavdêrên siyasî û aborî destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi vê projeyê desthilatdariya Baxadyê xelat kir û Malbata Barzanî û desthilatdairya PDK’ê jî ceza kir.

Malbata Barzanî ji tirsa ziyanên mezin yên aborî, Erdogan bi al û sembolên Tirkiyê li Hewlêrê pêşwazî kir. Lê Erodgan û şandeya pê re, sembolên Herêma Başûrê Kurdistanê ji nedîtîve hatin.

Heman çavkaniyan got; Serdana Hewlêrê zêdetir li ser serdana Barzanîyan bû û li ser siyaseta dewleta dagîrker ya li Iraqê hat guftugokirin. Erdogan ferman da Barzanîyan ku di komploya xwe ya li Iraqê de, di hemû waran de hevkar bin. Bi gotineke din ji bilî ferman û serdanan tiştekî wî, ji bo Herêmê û malbata Barzanî nebû.