Koordînasyona KJK’ê bi wesîla salvegera 25’am a komploya 9’ê cotmehê daxuyanî da, şexsê çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” şehîdên doza azadiyê û dilsozên Rêber Apo bi bîr anîn, çalakiya li Enqerê li dijî wezarata karê hundir a Tirk jî bi bîr xist û ev peyam dan:

Em çalakiya hevrê Rojhat û Erdal ku bi ruhê fedaî li dijî komployê pêş ket bi rêzdarî silav dikin. Ev ruh helwest û bersiva herî radîkal li dijî polîtîkaya asayîkirin û pêkanîna êrîşên qirkirinê yên li ser Rêber Apo îfade dike. Em sekn û biryardariya hevrê Rojhat û Erdal, her tim esas bigirin. Em ê ti carî hînî dîlgirtina Rêber Apo nebûn û em ê ti carî hînî vê nebin. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê em ê bi ruhê seferberiyê têkoşîna xwe bidomînin.

KJK’ê bi bîr xist ku komplo 25 sal in bi awayên cuda dewam dike û ev nirxandin kirin:

Em weke jin, weke tevger û gel, ev 25 sal in li dijî her cure êrişên komploger têkoşîneke topyekên dimeşînin. Rêber Apo ji bo ji hev de xistina pergala serdest têkoşîna rizgariya jinê esas bi pêş xist. Dema hêzên sereke yên komploya navnetewî digotin “pêşî li jinan bixin”, Rêber Apo jî got “pêşî jinan rizgar bikin. Rêber Apo bi îradeya “rizgarkirina jinê rizgariya civakê ye” li dijî serdestiya zilamtiyê şer îlan kiriye.Bi taybet bi paradîgmaya azadiya jinê, Rêber Apo sînorên Rêbertiya Kurd derbas kiriye û bûye asteke Rêbertiya gerdûnî.

KJK’ê ragihand fêmkirina Rêber Apo tê wateya pêkanîna azadiya fîzîkî û avakirina paradîgmaya azadiya jinê û pûçkirina komploya navnetewî û got:

Pêwîst e ev komploya ku li dijî şoreşa jinê ye, bê fêmkirin û di vê astê bersiv were dayîn. Ji bo em vê komploya herî kûr a dîrokê bi temamî têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin, divê em seferber bibin. Tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwanan, û hemû hêzên demokratîk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin.