Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê di salvegera 25. de komploya 9’êc otmehÊ şermezar kir, di şexsê Halît Oral, Selamet Menteş û Aynûr Artan de hemû şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn, berxwedana gelê welatparêz û dostan û xwedîderketina li Rêbertî silav kir.

KCK’ê got:

“Stratejiya dewleta Tirk a mêtinger ku hebûna xwe li ser înkar û tunekirina Kurdan dimeşîne, bû sedem ku di sedsala 20’î de Kurd her tim serî hildin, li ber xwe bidin. Berxwedan û raperîna herî mezin a Kurdan ‘Şerê Hebûn û Azadiyê’ bû ku bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng destpê kir.

Vê pêvajoya têkoşînê ya demdirêj, bi pêşengiya PKK’ê xwe weke ‘Şerê Hebûn û Azadiyê’ pênase kir.

Armanca herî mezin a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ew bû ku nehêle Kurd weke gelekî wekhev, azad û bi îrade bikeve sedsala 21’ê, nehêle ku bibe neteweyeke hevgirtî û yekbûyî û bi vî rengî qada Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe yên hegemon mêtinger jinûve dîzayn bike.

Armanca duyemîn a komployê ew bû ku Rêber Apo bêbandor bihêle, gel û tevgera Kurd tasfiye bike.

Armanca sêyemîn jî ew bû ku gelên Kurd û Tirk berdin hev, bixin nava şerekî giran. Bi vî rengî pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bigirin.

Sekna Rêberê me ya li hemberî vê komploya navneteweyî ya mezin û lîstika emperyalîst, li ser bingeha xerakirina çarenûsa qirkirinê ya trajîk bû ku di sedsala 20’an de ji bo Kurdan hatibû destnîşankirin.

Li ser bingeha têkbirina hesabên qirêj ên hêzên komploger ên li ser Kurdan û Rojhilata Navîn helwest nîşan da.

KCK’ê wiha dom kir:

Ev berxwedana dîrokî û mezin a Rêber Apo ya li Îmraliyê esasê têkoşîna me ya li dijî êrîş û siyaseta qirkirinê ye.

Li gel van êrîşên qirkirinê, fikrên demokratîk ên Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê ne, weke tovên sîstemeke nû ya civakî şîn dibin.

Tevî Rêber Apo gelê Kurd jî li darbesta Îmraliyê hatiye bicihkirin.

Lê belê di asta heyî de gelê Kurd ketiye pêvajoya têkbirina komploya navneteweyî û bidawîkirina dîlgirtina Îmraliyê.

Rêber Apo û gelê Kurd yekpare ne. Ji ber vê yekê gelê me li qad û kolanan her roj dibêje ‘Jiyaneke bê Rêbertî ti carî nabe’.

Em vê sekna çalakger, têkoşer û rêxistinbûyî ya gelê me û dostan silav dikin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê; nan û danê xwe yê bingehîn ên îdeolojîk, felsefî û rêxistinî ji Rêbertiyê digire.

Artêşa Tirk a dagirker, qirker û mêtinger, rêbazên nemirovî yên hovane li dijî Gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne.

Çimkî Gerîlayên Azadiyê ne bi tenê Kurdan û Kurdistanê lê di şexsê Kurdan de hemû gelên din ên li herêmê û nirxên demokrasî û azadiyê yên mirovahiya pêşverû ya cîhanê, heta bi niha parastine û wê biparêze.

Bi vê boneyê em berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê careke din silav dikin.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê got:

Ji bo rawestandina êrîşên qirkirinê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em bang li gel û dostan dikin ku heta têkbirina komploya navneteweyî berxwedanê her mezin bikin.