Parêzer Cemal Demîr, ji ANFê re axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd ‘sembola cemaweriyê’ ye û got;

Divê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were Muxatab jî Birêz Ocalan e.

Ji bo vê jî divê şert û mercên azadiya wî bêne afirandin.

Lê dewleta Tirkiyê vê rastiyê wajî dike û tecrîdê ferz dike.

Parêzer Cemal Demîr daznîn ku sîstema li Imrlaiyê derqanunî û der însanî ye.

Bi milyonan mirovên Kurd Birêz Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî ji cîhanê re ragihandin.

Birêz Abdullah Ocalan ‘sembola cemaweriyê’ ya gelê Kurd e. Divê dewletê vê rastiyê qebûl bike.

Prz. Cemal Demîr got; Dewleta Tirkiyê hiqûqa gerdûnî binpê dike.

Têkiliya Rêber Ocalan bi cîhana derve re bi temamî ji holê rakiriye.

Li aliyê din çareseriya siyasî, aştiyane û demokratîk ya meseleya Kurd daniye alîiyekî û giranî daye şer û qirkirinê.

Li Rojhilata Navîn û çar parçeyên kurdistanê şer û dagirkerî bela kir û gefê li aştiya cîhanê dixwe.

Mercên îro û pêvajoya dîrokî ya hevdîtinan, nîşan dane ku çareseriya demokratîk a meseleya Kurd şert e.

Pirsa Kurd cîhanû bû ye û ev xusûs bûye berpirsyariya neteweyan û sîstema cîhanê.

Niheqiya ku beriya 100 salî hate kirin divê ji holê bê rakirin.

Muxatabê çareseriya meseleya Kurd jî Birêz Ocalan e.

Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin û rewşeke azadiyê bê afirandin.

Lewma çalakiyên ku li dijî tecrîdê têne kirin gelekî girîng in.”