Endama Konseya Rêveber a KODAR’ê Şervîn Zîlan diyar kir ku projeya KJAR, KODAR û PJAK’ê hev temam dikin û ji bo demokratîzekirina IIranêye û got, “Divê jin di biryarên şer û aşitiyê ya welat de hebin.”

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 25’ê Tebaxê ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan li Îranê, derbaskirina ji holê rakirina eqliyeta cinsiyetperest a dewleta IIranê û bi giştî jî demokratîzekirina Îranê projeyeke ji 13 xalan pêktê eşkere kir. Rêveberiya KJAR’ê ji bo vê jî serdana jinên Rojhilatên Kurdistanê yên di nava partiyan de kir û nêrîna wan a derbarê projeyê de girt. Ji bo pêkhatina projeyê jî ragihand ku xebatên wan dê berdewam bikin. Endama Konseya Rêveber a KODAR’ê Şervîn Zîlan li ser projeya KJAR’ê ji bo ajansa me axivî û diyar kir ku projeyên ku Tevgera Apoyî ya Rojhilatê Kurdistanê eşkerekirine hemû hevdû temam dikin û ji bo demokratîkkirina IIranê ne.

Zîlan destnîşan kir ku ew xalên di projeyê de hatine diyar kirin ji bo demokratîkkirina sîstemê, civakê, parastina mafê civak û jinane.

Şervîn Zîlan dazanîn ku ew bi van projeyan hewl didin jin di her qadeke civakê de bikin xwedî gotin û însiyatîf bistîne û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Em dixwazin jin di qada siyasî, aborî, civakî û parastinê de çalak bibin. Ji ber vê jî daxwaz ji jinan dikin ku xwedî li projeya KJAR’ê derkevin.”

‘Pirsgirêkên jinan bi aqleke hevbeş dikare bê çareserkirin’

Endama Konseya Rêveber a KODAR’ê Şervîn Zîlan diyar kir ku KODAR nexşerêyeke giştî pêşkêş kiriye û KJAR jî zêdetir îşaret bi pirsgirêkên jinan, mafên jinan yên ji dest hatine girtin û çareseriya wê ya demokratîk kiriye. Zîlan di vê derbarê de wiha dibêje, “ KJAR pergaleke demokratîk û civakî ya ji bo jinane. Sîstemên dewletî nikarin pirsgirêkên jinan çareser bikin, ji ber bixwe çavkaniya pirsgirêkênê. Sîstemên dewletî sîstemên cinsiyetperest û nijadperestin. Dewlet tekpereste, lê demokrasî çanda beşdarbûnê û hevbeşbûnê pêşdixe. Pirsgirêkên jinan jî tenê dikare bi aqlekî hevbeş bê çareserkirin.”

‘Divê jin di biryarên şer û aşitiyê de hebin’

Zîlan daxuyakirin ku divê jin di biryarên girîng yên çarenûssaz yên IIranê de cih bigirin û wiha axivî, “Pergala KODAR û KJAR’ê hev temam dikin û bihêz dikin. Lê, dema em li sîstemên dewletî dinêrin nêrîn û gotina jin di biryarên girîng û krîtîk yên welat de nînin. Bi taybet di biryarên şer û aşitiyê de divê jin hebin û roleke sereke bilîzin. Biryarên ku heya niha hatine girtin biryarên bi aqileke zilamsalar hatine girtin û daxwazên jinan ne hatine berçav girtin.”

‘Şertên pêkhatina projeya KJAR’ê hene’

Şervîn Zîlan da zanîn ku ew weke KODAR’ê piştgiriyê didin projeya KJAR’ê û derfeta pêk hatina vê projeyê li Iıran û Rojhilatê Kurdistanê heye û axaftina xwe wiha domand; “Em ê weke KODAR’ê ji bo pêkhatina vê projeyê bikevin nava hewldanan de û bixebitin. Divê dewlet pêşî li pêşketina sîstemeke demokratîk negire û bi berpirsyar nêzî mafên civakê yên rewa bibe. Biqasî ku dewlet hişyar nêzî mafên demokratîk yên civakê bibe wê civak jî vê hevsengiya di navbera dewlet û civaka demokratîk de biparêze.”

‘Azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe’

Şervîn Zîlan da zanîn ku heya pirsgirêka jinê neyê çareserkirin ti pirsgirêkên civakê jî li IIran û Rojhilatê Kurdistanê nayên çareserkirin û wiha dirêjî da axaftinên xwe, “Pirsgirêka sereke ya civaka IIran û Rojhilatê Kurdistanê, pirsgirêka jine. Ev rastiyeke li ber çavaye. Heya pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin pirsgirêkên civakê jî nayên çareserkirin. Eger di qada aborî, civakî, siyasî û parastinê de îro pirsgirêk û qeyranên cidî hene, ev jêdera xwe ji pirsgirêkên jinan digire ku, jin di van qadan de ne xwedî mafin. Hemû qad bi awayeke yek alî tên birêvebirin. Di nava civakê de wekheviya jin û mêr nîne. KJAR jî wekheviya herdu cinsan û azadiya jinê esas digire.”