Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi çalakiyên cihêreng dewam dike.

“Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî Li Dijî Tecrîdê” di meha sibatê de, li Tirkiyeyê û Kurdistanê rêzeserdan kirin.

Di delegasyonê de 12 parêzerên ji Swêd, Afrîkaya Başûr, Spanya, Îtalya û Norwecê cih digirtin.

Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî û parêzera Îtalî Mîchela Arrîcale ji JINNEWS’ê re axivî û got:

Pêkanînên li himberî Abdullah Ocalan ne qanûnî ne, lê belê polîtîk in.

Armanc têkbirina têkoşîna wî ya ji bo azadî, aştî û demokrasiyê ye.

CPT beramberî tecrida li Îmraliyê bê helwest dimîne.

Weke saziya pêşîgirtina li êşkenceyê divê CPT wezîfeyên xwe bicih bîne.

Parêzera Îtalî li ser rola çareseriyê ya Rêber Apo jî wiha axivî:

Azadiya Ocalan ji bo şer û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî wê bibe çareserî.

Emê xebatên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bidomînin.