Li girtîgehan roj bi roj polîtîkayên tecrîdê girantir dibin.

Girtî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda girankirî de ye, di 27’ê Mijdara 2023’yan de des bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.

Di çalakiyan de hewl tê dayîn bi zorê av û xwarinê bidin girtiyan, gelek girtî rastî hucreyên yek kesî û cezayên dîsîplînê tên.

Yek ji mînakên dawî jî sirgûna li ser girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê tê ferzkirin.

18’ê Adarê roja duşemê 6 girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê bêyî agahiyê bidin xizmên xwe, sirgûnî Erzinganê hatin kirin.

Yek ji wan girtiyan jî Elîf Kardagî ye.

Elîf bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 salin di girtigehê de ye.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê malbatê ve hatin dayîn, bi şev sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê hat kirin.

“Malbata Elîf van agahiyan parve kirin.

15 roj berê em çûn hevdîtina vekirî.

Ji me re got ‘Ji ber grevên birçîbûnê gelek zext hene’.

Em dixwazin raya giştî guh bide dengê têkoşîna hevalên me yên girtî.”