Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku rageşiya heyî ya li Başûrê Kurdistanê rageşiya navbera PDK’ê û gelê Kurd e û destnîşan kir ku divê PDK êdî dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne û xizmetê ji xelkê Kurdistanê re bike.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, polîtîkayên şer ên PDK’ê yên li dijî gelên Kurdisanê nirxand. Bayindir da zanîn ku demek dirêj e PDK polîtîkayên qirêj li dijî daxwaz û armanca gelên Kurdistanê dimeşîne û wiha axivî: “Provokasyona dawî ya dewleta Tirk li Garê pêk hat, lê di esasê xwe de ji salên 1990’î ve hevkariyeke kûr di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de heye. Ev polîtîkayên PDK’ê bi îzole û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ve carek din bi awayek eşkere derket holê. PDK li ser esasê berjewendiyên xwe yên şexsî polîtîkayê diafirîne û weke ev polîtîka di xêra gelan de be jî dixwaze destnîşan bike. Le belê ev polîtîkayên PDK’ê ji armanc û daxwaza gelê Kurdisanê dû e û tenê di berjewendiyê dagirkerên Kurdistanê de ye.”

‘PDK JI BO BERJEWENDIYÊN XWE KETIYE NAVA PILANÊN QIRÊJ’

Bayindir destnîşan kir ku PDK’ê bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re di 9’ê Cotmehê de Peymana Şengalê îmze kirin û bi peyvamanê dixwazin pergala Şengalê perçe bikin. Bayindir diyar kir ku pêşengiya vê peymanê PDK kir û wiha pê de çû: “Gelê Kurdistanê ji nêz ve polîtîkayên PDK’ê dizane û fêhm ku PDK ji bo berjewendiyên xwe ketiye nava van pîlanên qirêj de. Ji ber polîtîkayên PDK’ê gelê Kurd li Başûr ji sedî 40 axa xwe winda kir û ev axa pîroz kete dibin kontrola dagirkeran de. Îro jî bi hevkariya bi Tirkiyeyê dixwaze Kurdistanê parçe bike û dagirkeran bi cîh bike. Ev jî dibe sedema ku dema pêş de tevahiya xaka Başûr bê dagirkirin. PDK hebûna xwe bi tinekirina partiyên Kurd û parçekirina Kurdisanê re dibîne. Ji ber wê yekê her roj rageşî û gengeşiyê li Başûrê welat derdixe û dixe pêş. Dema ku PDK wiha tevdigere jî weke ku ev polîtîka di xêra gelê Başûr de be tevdigere. Lê her roj partî û rêxistinên Kurd yên li Başûr li dijî vê polîtîkaya PDK’ê derdikeve û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Li ser vê yekê YNK, Tevgera Goran û Tevgera Îslamî jî daxuyanî dan û fikarên xwe anîn ziman.”

‘PDK PAŞEROJA KURDAN DIXE XETERIYÊ’

Bayindir bilêv kir ku rageşiya li Başûr diqewîme tenê ya PDK’ê û partiyek din nîne û wiha dom kir: “PDK hemû dewlemendî û saziyên Kurdan xistiye dibin xizmeta dagirkeran. PDK bi van polîtîkayên xwe paşeroja Kurdan dixe xeteriyek mezin. Rageşiya li Başûr rageşiya di nava PDK’ê û Kurdan de ye. Divê teqez PDK dawî ji vê polîtîkaya xwe berde û dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bîne. Divê PDK siyasetek li gorî daxwaz û armanca Kurdan bike û ji bo xelkê Kurdistanê xizmet bike.

Kurd di pêvajoya dîrokî re derbas dibin. Kurdistan kirin çar perçe. Niha dîsa dest bi lîstika qirêj kirin. Niha dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin şikandin. Em van lîstikan baş dizanin. Kesên bi hezaran sal in dijminê Kurdan in, ti carî yekîtiya Kurdan naxwazin. Kurd bi hezaran sal in li ser axa xwe bi ziman çand û nasnameya xwe dijî. Kurdan bedelên pir giran dan. Niha dîsa di rewşa krîtîk de derbas dibin. Kurd di sedala 21’ê de ber bi azadiyê ve diçe û nêzî statuya xwe ye. Divê PDK li gorî van pîvanan tevbigere.”

LI SER ŞENGALÊ Û ROJAVA POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ’

Bayindir da xuyakirin ku li ser axa Kurdistanê PDK xwedî hişmendiyek tarî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî PDK li ser Şengal û Rojava polîtîkayên gemar û tarî dimeşîne. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta îro PDK’ê ti carî ev weke destketî û şoreşa Kurd bi nav nekiriye. Heta ji bo ku ev desketî têk biçe serî li gelek rêyên qirêj daye. Bi Peymana Şengalê re teqez em dikarin bibêjin ku PDK ji derveyî berjewendiyên xwe ti destketî û serxwebûna Kurdan naxwaze. Roja Peymana Şengalê jî di dîroka Kurdan de rojek gelek girîng e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Kompoloyek Navdewletî ji Sûriyeyê derket. PDK jî bi îmzakirina vê peymanê nîşan da ku cihê xwe di gel kompologeran digre. Ev peyman û roja wê jî vê peyamê dide gelê Kurd.”

‘BAŞÛR BÛYE NAVENDA LEŞKERÎ Û MÎT A TIRK’

Bayindir bilêv kir ku PDK hemû pirsgirêkên li Başûr hene dibin ala Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê de vedişêre û ev tişt got: “Hikûmeta AKP’ê li Kurdisanê çi polîtîka dimeşîne, PDK jî heman polîtîka li Başûr dimeşîne û bûye parçeyek ji polîtîkayên AKP-MHP’ê. Niha ti cudahî di nava PDK û AKP-MHP’ê de tineye. Di aliyê siyasetê de weke hevin û bûne yek. Niha Tirkiyeyê hemû polîtîka, navendên leşkerî û MÎT’ê li Başûr bi cih kiriye. Bi vê yekê jî tê xuyakirin ku eger partî û rêxistinên Kurd li Başûr werin lewazkirin wê di nava 24 demjimêran de Başûr were dagirkirin.”

‘PDK’Ê LI DIJÎ KURDAN BIRYARA ŞER GIRTIYE’

Bayindir diyar kir ku divê serdemê de gelê Kurd li seranserî cîhanê bûye pêşeng û gelek azadî xwaz û got: “Bi berxwedana 40 salan ya mafdar gelê Kurd, Kurd li cîhanê bûne pêşeng. Lê PDK dixwaze daxwaz û armanca Kurdan weke bênav bike û ji bo ku vê ji holê rake ketiye nava hewldana şerekî qirêj. Pêvajo wiha bidome teqez wê şerekî derbikeve. Bi ti awayî mirov nikare bibêje ev şerekî birakujiye. Ev şerê PDK’ê û gelê Kurd e. Ji xwe PDK’ê li dijî Kurdan biryara şer girtiye û ji bo ku xwe mafdar derbixe jî ji xwe re li hevalbenda digere. Divê mijarê de jî sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ji xwe re bi kar tîne. Wezarat Pêşmergeyan û partiyên Kurd ên li Başûr derbarê ve yekê de daxuyanî dan û gotin, bi ti awayî agahiyên me ji vê hewldana PDK’ê nîne û daxwaz kirin ku dest ji vê polîtîkaya xwe ya şer berdin.”

Bayindir, bang li hemû rêxistin, pêşeng û siyasetmedarên Kurd kir û xwest rê li pêş şer bigirin û demek berî demekê ji bo yekîtiya neteweyî gavên şênber bavêjin. Bayindir di dawiya axaftina xwe de xwest sazî û rêxistinên Kurd ji bo yekîtiya Kurdan û statuya Kurdan rol û misyon bidin ser xwe û rê li pêş vê rageşiyê bigirin.