Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) bi wesîleya yekemîn rojnameya Kurdî ya di 22’ê Nîsana 1898’an de hatiye derketin, Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), bi wesîleya yekemîn rojnameya Kurdî ya di 22’ê Nîsana 1898’an de hatiye weşandin, Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir.

Di peyama YRD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

ROJNAMEYA YEKEMÎN: KURDISTAN

“Di 22’ê Nîsana 1898’an de bi pêşengiya Mîqdat Bedirxan yekemîn rojnameya bi Kurdî hatiye weşandin û 22’ê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî hatiye îlankirin. Bi têkoşîna Kurdan re, kelepora çapemeniya Kurdan jî derbasî qonaxeke din bû. Ji rojnameya Kurdistanê heta Kovara Hawarê, ji Kovara Îlerî Yûrt heta Serxwebûnê gelek weşanan bala xwe dane ser têkoşîna Kurdan. Di Adara 1979’an de bi weşandina Serxwebûnê re, êdî çapemeniya azad hatiye destpêkirin. Her ku têkoşîna Kurdan a hebûnê veguherî têkoşîna azadiyê, nasnameya çapemeniya azad jî xurttir bû.

Îroj peywira herî sereke ya rojnamevaniyê divê ev ku her tiştên ku civakê dirizîne werin teşhîrkirin û ji bo ku civak karibe xwe ji modernîteya kapîtalîst azad bike divê rê veke. Ji bo ku civak xwe li ser azadiyê birêxistin bike û gelê Kurd hebûna xwe mayînde bike, divê hemû çalakiyan ragihîne ji civakê re. Ji bo ku zarok karibin bi zimanê zikmakî bi azadî bijîn, geşkirina têkoşîna wê ji bo me rêgezeke sereke ye. Li gorî me tunekirina xwezayê tê wateya tunekirina mirovayetiyê ye. Heke Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî wê gelên Rojhilata Navîn jî wê azad bijîn. Ji ber vê jî di Roja Rojnamevaniya Kurdî de jiberçavderbaskirina rêgez û prensîbên rojnamevaniya azad wê gelekî watedar be.

Îroj li Bakurê Kurdistanê bi sedan rojnamevan di bin şertên faşîzmê de dixebitin. Her nûçe, her analîz û her fotograf li hemberî faşîzmê dibe wateyek. Li zindan û girtîgehan jî bi sedan rojnamevan li ber xwe didin. Li Bakurê Sûriyeyê bi sedan rojnamevan li hemberî faşîzma reş, her kêlîka serfiraziyê dişopînin û ji civakê re radigihînin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi sedan rojnamevan ji bo avakirina Kurdên bi rûmet, li ser xeta rojnamevaniya azad dixebitin. Li Ewropayê jî bi sedan rojnamevanên Kurd li ser xeta Serxwebûnê, bi heyecana roja pêşîn dixebitin.

Ji Selçûkan heta Gûrbetellîyan, ji Denîzan heta Dilîşanan, ji Rizgaran heta Mûstafa, Mehmet û Firatan em roja Rojnamevaniya Kurdî ya hemû rojnamevanên li Kurdistanê û cîhanê yên Kurd pîroz dikin ên ku ji bo avakirina Kurdên azad û jina azad dixebitin.”