Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ev demeke dirêj e li Elmanyayê rehîn tê girtin û radizandin 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Doz li Dadgeha Bilind a Eyaleta Celleyê pêk hat, Mehmet Çakas, Parêzer û malbatî wî amadebûn.

Mehmet Çakas di dozê de got ewê têkoşîna xwe diparêze.

Dadger 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Çakas birî.

Li gorî vê biryarê Mehmet Çakas wê hêj 18 mehên din were rehîngirtin.

Tê payîn parêzerên Mehmet Çakas îtirazî biryarî bikin.

Li dijî vê biryarê çalakiyek hate lidarxistin û gelek kesan nerazîbûna xwe nîşan da.

Di çalakiya protestoyî de çalakvanan polîtîkaya krîmînalîzekirina li dijî Kurdan a dewleta Elmanyayê protesto kirin.

Mehmet Çakas ê tevî 11 girtiyên din ên kurd rehîn tê girtin, beriya danişînê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û têkildarî mijara cezakirina muhtemel gotibû:

“Parastina hebûn, ziman û nasnameyê bingeha exlaq û rûmetê ye. Ez ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedim, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.”