Hikumeta Elman ragihand ku wan karên tevgera Şîa ya Lubnanî Hîzbûllahê li Elmanyayê bi temamî qedexe kirine. Bi vê biryarê re li gelek bajaran li dijî Hîzbûllahê operasyonê dest pê kir.

Hîzbûllah di nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtiya Ewropayê de ye. Heta niha tenê karên xwe ên leşkerî li Elmanyayê qedexe bû. Baskê wê yê siyasî ku bi rêk û pêk çalakî dikir yan jî li dijî Îsraîlê kar dikir, ne qedexe bû.

Ji berdevkê Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer Steve Alter li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wezaretê “Karên rêxistina terorîst a Şîa Hîzbûllahê yên li Elmanyayê ji îro û pê ve qedexe kiriye.”

Alter diyar kir ku ji serê sibehê ve li dijî saziyên pêwendiya xwe bi Hîzbûllahê re heye li gelek herêman operasyon hatiye meşandin.

Li gorî kovara Der Spîegel û rojnameya Bîldê li Berlîn, Bremen û Munsterê li sê mizgeftan, li Dortmûndê jî li navenda koçberan a Lubnanî serdegirtin bûye. Hate ragihandin ku bi sedan polîs tevlî operasyonê bûne.

Tê texmînkirin ku li Elmanyayê derdora hezar endamên Hîzbûllahê li Elmanyayê hene.