Behçet Şîmşek diyar kir, divê ji bo kurê wî Salih Şîmşek ê di greva birçîbûnê de ye û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan tavilê tiştek bê kirin û got, “Em êdî bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê.”

Salih Şîmşek ê il Girtîgeha Girtî ya Elbîstanê ya Mereşê 31 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Bavê Şîmşek Behçet Şîmşek diyar kir ku ew ê li ser şopa çalakiya kurê xwe bin. Şîmşek anî ziman, kurê wî Salih Şîmşek ji 18 saliya xwe ve 22 sal in li girtîgehê ye û got, “Destpêkê 12 sal ceza lê birîn. Me xwest dozê bişînin temyîzê, me îtiraz kir. Lê piştî îtirazê ceza kirin 36 sal.”

Şîmşek anî ziman, li ser gelê Kurd timî lîstikên mezin tên lîstin û got, “Kurê min 31 roj in di greva birçîbûnê de ye û heta ku daxwazên wan bi cih neyê anîn wê heta mirinê çalakiya xwe bidomînin. Gotin ku heta çalakiya wan bi ser bikeve wê bidomînin.”

Şîmşek got, “Ne şeva me heye ne jî roja me, em ne tehmekê ji xwarina xwe dikin, ne jî ji vexwarinê” û wiha dewam kir: “Em timî li wan difikirin, guhê me timî li ser telefonê ye. Em gel, em malbat perîşan bûn. Li gel vê rewşê, bêdengiya heyî dike ku mirov nema karibin îdare bikin. Tenê daxwazek min heye; bila gelê Kurd rabe ser piyan û dengê vê çalakiyê bilind bike. Bila ji sîstemê re bêje ‘êdî bes e’.”

‘JI ŞOPA BIRÎNÊ SERBILIND E’

Dayik Sehet Şîmşek jî qala kurê xwe kir û got, “Salih dema zarok bû nesekinî bû. Ji ber vê yekê serê wî ji gelek deveran şikestî ye. Mirovekî gelekî zindî bû. Ji min re digot ku ew bi şopa birînê serbilind e. Ew ciwanek bû û xwest li dijî neheqiya li gelê Kurd tê kirin derkeve. Hîn di emrekî biçûk de dibistan red kir.”

Şîmşek anî ziman, Salih tevlî her şêwe çalakî û aktîvîteyan dibû û got, “Herî dawî dema ez çûm gel wî min li rewşa wî pirsî. Ji min re got, ‘Dayê tu meraq neke, ez hînî birçîbûnê hînî grevên birçîbûnê bûme’. Moralê wî baş bû, lê wê heta kengî bi vî rengî be?”

‘EM JÎ JI ALIYÊ MANEWÎ VE DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’

Şîmşek anî ziman, ji 7 zarokên wê yê herî mezin Salih e û got, “Ciwanek bû ku ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihate hezkirin. Li girtîgehê jî gelek kes jê hez dike. Salih li her devera lê bû dikir ku bê hezkirin. Ez heta dawiyê piştgiriyê didim çalakiya kurê xwe, lê dîsa jî li min zor tê. Ne mirov dikare xwarinê bixwe, ne jî razê. Ti dayik nikare vê rake.

Di demeke nêz de em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji xwe niha jî weke ku em jî di greva birçîbûnê de bin. Ev zalimtî wê heta kengî bidome? Xwîn bi xwînê paqij nabe. Xwîn bi avê paqij dibe. Ji ber vê yekê eger rewş bi vî rengî bidome, bi taybetî bang li malbatên girtiyan dikim ku her yek ji me li ber girtîgehên ku zarokên me lê ne dest bi grevên birçîbûnê bikin.”