Tevgera Jinên Azad (TJA) di 24’ê Sibatê de li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da.
Li Wanê jî xebat tên meşandin TJA amadekariyên xwe didomîne û îro starta 8’ê Adarê werê dayîn.
Rojbîn Bor der barê xebatên TJA’yê yên li Wanê de ji JINNES’ê re axivî.
Rojbîn destnîşan kir ku di çarçoveya xebat û bernameyan de wê di 3’ê Adarê de Konvoya Xemrî ava bikin û di 4’ê Adarê de ji girtiyên jin re qertan bişînin.
Em ê bi awayekî hevdem bernameyan pêk bînin.
Em ê li bajar tevli bername û konserên jinan yên di baskê çand û hunerê de tên kirin bibin.
Di 8’ê Adarê de em ê li Parka Aştiyê ya Musa Anter mîtînga jinê pêk bînin.”
Rojbîn derbarê hilbijartin û tecrîdê jî wuha got:
Li pêş me hilbijartinên 31’ê Adarê hene.
Ev 10 sale hema hema hemû şareedariyên bajarên me ji aliyê qeyûman ve hatine xespkirin.
Jin dixwazin kolan, tax û bajarên xwe birêve bibin.
Li aliyê din tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û girtî bi armanca şikandina tecrîdê û çareseriya pirsgisrêka Kurd di grevê de ne.
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan didome.
Em ê daxwaza girtiyan bi dengekî bilind bînin ziman.”
Rojbîn di dawiya axaftina xwe de hemû jin vexwendin 8’ê Adarê.