Balafirên şer ên Tirk a dagirker, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê bombe dike.

Bomberdûmana li Mexmûrê ya li ser cihên sivîlan saet 00:00 heta 00:40’ê dom kir. Balafirên şer Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Çiyayê Qereçox û herêma Miştenûr bombe kiriye.

Di êrîşa li Mexmûrê de jîngehên sivîlan hatiye hedefkirin û bombekirin. Dema ku welatî ber bi cihê bûyerê diçûn rêya xwegihandin cihê bûyerê hatin bombekirin.

Heman demê Herêmên Parastinê yên Medya û Şengal jî hate bombekirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Kampa Mexmûrê hate girtin, ziyanên canî pêk nehatine, li zeviyên ku ji bo xwedîkirina lawiran hatibû çandin ji ber bomberdûmanê şewitîn.

Ji saeta 00:00 a êrîş destpê kir û şûnde tevgera balafirên keşfê dewam dike.

Balafirên Şer ên Tirk di saet 24:00 heta 00:40’ê derdorî Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî hatiye bombe kirin.