Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir.

Ji sala 2000’an ve her sal weke 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. UNESCO sala 2008’an wekî sala zimanan a neteweyî îlan kiribû.

Li gorî “Atlasa zimanên di Xetereyê de” ya di Adara 2013’an ya UNESCO’yê jî li cîhanê ji sedî 40 ê 7 hezar zimanan, yanî 2 hezar 500 ziman di bin gefa windabûnê de ne.

Li cîhanê ji sala 1950’î ve hejmara zimanên winda bûne 230 e.

Heta niha li Tirkiyeyê 18 ziman winda bûn, zaravayê kurdî yê kirmanckî jî bi xetereya windabûnê re rûbirû ye.

Gelê kurd tevî zext û zorên bi salan e jî dest ji têkoşîna jiyandina zimanê xwe bernadin.

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo pêşvebirina kurdî her sal bi sedan kursiyeran perwerde dike.

Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser têkiliya di navbera zimanê dayikê û pêşketina zarokan de û got:

“Hestên hînbûna zimanê dayikê ya ji bo zarokekî ligel ketina zikê dayikê dest pê dikin. Ji ber vê yekê zimanê dayikê gelek girîng e. Ziman paralelî pêşketina ramanê ye. Zimanê dayikê çiqas bihêz be, bingeha wî jî ewqas bihêz dibe.”

Remzî Azîzoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 25 mîlyon kurd dijîn, lê zimanê wan ê dayikê ne zimanê fermî ye, ne jî zimanê perwerdeyê ye û got:

“Kurd hê jî di bin serdestiyê de ne. Bêguman divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û her wiha bibe zimanê fermî.