Bi çekê êrîşî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê hate kirin.

Di derdora saet 03.30’an de êrîşa li dijî avahiya navçeyê ya li ser Cadeya Abdulkadîr Erdîl a li Taxa Meydanê, pêk hat.

Ji ber êrîşê zirara madî li avahiyê çêbû.