Doh jî, parlamenterên DEM Partî Meral Daniş Beştaş, Omer Ocalan, Mahmut Dîncar û Zulkuf Uçar çûne serdana Emînê Şenyaşar.
Di serdanê de Meral Daniş Beştaş axivî û da zanîn ku Emîne Şenyaşar 846 rojan li Rihayê têkoşîna edeletê kir, piştre têkoşîna xwe anî Enqerê û ber wezareta dadê destbi çalekiya xwe kir.
97 roj in tenê edaletêdixwaze.
Em wek parlamenter wek mirov, ligel têkoşîna mafdar ya malbatê ne.
Meral Daniş Beştaş herî dawî got;
Emîna Şenyaşar, hîna bi wezaretê re hevdîtinek rû bi rû nekiriye.
Ez bang li wezîrê dadê Yilmaz Tunç dikim; Dayikek daxwaza edaletê dike.
Eger hun guhdariya dayika Emîne bikin yekane daxwaza wê azadiya kurê wê ye.
Em ligel daxwaza edeletê ya dayika Emîne ne.