Ev sernavê nivîsa rojnamevan Agir Tufan e û li ser Gerilla Besê Raperîn dibêje.Wê heta kêliya dawî derbên giran li dijmin xistin û bû sembola ked, durustî û tevlîbûna fedakarî.

Rojnamevan wiha dewam dike: Mizgîn Aksû -Besê Raperîn, li Sêrtê di nav malbateke welatparêz de hat dinê. Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir û di sala 2012’an de tevlî nava refên Gerîla bû.

Piştî ku bû Gerîla YJA Starê, navê Besê Raperîn li xwe kir û li her qada berxwedanê bi awayekî aktîf, di riya şehîdan de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û gelê xwe, têkoşîn kir. Yekemîn çalakiya wê li herêma Metîna bû.

Piştî perwerdehiya li Akademiya Şehîd Mahîr, di çalakiyan de derbên giran li dagirkeran xist û li hemû çiyayên Kurdistanê, li dijî dijminê dagirker têkoşîn kir.

Gerîla Besê Raperîn ku dizanî li her çiyayekî Kurdistanê destanek hatiye nivîsandîn û nivîsandina van destanan dewam dike. Di sala 2014’an de çû herêma şehîd Reşîd Serdar û Rojîn Gewdalar ya Zagrosê. Ev herêm, ji bo Gerîla Besê dibe destpêkek nû. Têkoşîna li çiyayên Zagrosê hêz û îradeyek mezin dixwaze.

Besê Raperîn pêşengiya rêhevalên xwe dike û weke sembola ked, durustî û beşdariya fedaî têkoşîn kir.

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên sala 2015’an de jî, Gerilla Besê û hevalên wê berxwedanek destanî kirin.

Fermandara ciwan a YJA Star, Besê Raperîn, di pratîka xwe ya 6 salan de li Zagrosê, serketinên mezin bidestxistin. Her tim bi îradeyeke mezin li hemberî dijmin têkoşîn kir û bi hevriyên xwe Welat Dîlbîrîn (Alî Ogmen) re, heta nefesa xwe ya dawî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîn kira û di 14’ê Tîrmeha 2019’an de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.