Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc bal kişand ser rageşiya li Başûrê Kurdistanê û bang li PDK’ê kir ku bi berpirsyarî tevbigere. Armanc got, “Kes nikare li pêşiya gerîla bisekine.”

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc têkildarî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk rola PDK’ê nirxand.

Armanc işaret bi êrişên qirkeriyê kir û got, “Li çiyayên Kurdistanê jî li dijî gerîlayên azadiyê dest bi operasyonên herî berfireh kirin.

Armanc û plana wan qirkirina gelê Kurd bû. Ne tenê AKP, her wiha hêzên ku weke ‘hêzên tarî’, MHP û ‘faşîzma tarî’ tên binavkirin, bi hev re hevkarî kirin û bi vî rengî êriş kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li dijî vê yekê li gel şert û mercên giran ên zivistanê û êrişên topyekûn, ji Cîlo heta Herekolê, ji Kato heta Cûdî û Amedê ji bo parastina gel û rûmeta xwe daketin qadê.”

BERXWEDANA HEFTANÎNÊ

Fermandar Hakî Armanc destnîşan kir ku Heftanîn di dîroka wan a têkoşînê de bû rûpeleke girîng û got, “Gerîlayên li Heftanînê bi giranî hevalên ciwan bûn, hevalên kevn nebûn. Yanî bi giranî wiha bû. Dijmin bi teknîka xwe ya sedsalê, bi kontra û çeteyên xwe, her wiha bi çeteyên ji dewletên cuda komî ser hev kiriye, bi alîkariya ‘Kurdên xayin’ du sal in bi rengekî bêsînor êriş dike.”

Armanc destnîşan kir ku gerîlayên Heftanînê jî li dijî vê yekê di nava çalakî û berxwedaneke bi bandor de ne û got, “Tecrûbeyên ku di nava du salên dawî de hatin bidestxistin, wê bi taktîk û rêbazê bên xurtkirin û berfirehkirin. Bi pêngavên bi vî rengî re ne bendên ji beton ne jî teknîk wê nikaribe dijmin biparêze.”

ROLA NOKERIYA PDK’Ê

Armanc li ser helwesta PDK’ê jî ev nirxandin kir:

“Têkildarî PDK’ê êdî em axaftinê bêwate dibînin. Destpêkê em vê bêjin. Rêveberiya tevgera me, Hevserokatiya KCK’ê, Fermandariya Biryargeha Navendî û gelek hevalên me li ser vê rewşê gelek caran daxuyanî dan û diyar kirin ku ne alîgirê şer in. Pirsgirêkek hebe divê bi diyalogê bê çareserkirin. Li ser vê bingehê bi nêta baş timî bang kirin.

Her wiha gelek saziyên Kurdan, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang kirin. Ji bo pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin bang kirin. Helwesta gelê Kurd bi giştî bi vî rengî bû. Tevî bangên tevgera me û gelê me, PDK’ê roj bi roj amadekariya şer kir. Hêzên xwe şand qadên gerîla. Li ser gelek girî bi cih bû, dema dawî gelek rê birî ne. Karekî wiha kirin û hîn jî vê dikin.

Beriya du rojan li nêzî Amediyê, du wesayitên hevalên me xistin kemînê û êriş kirin. Ev bûyer nîşan dide ku êdî wateya axaftinê nîne. Yên ku bi vî rengî tevgeriyan xizmetê ji dewleta Tirk re dike ku dijminê Kurdan e. Daxwazên dewleta Tirk a qirker bi cih tînin. Kî ne ev hêz? Ala PDK’ê heye, bi navê PDK’ê tên. Ev hêz bi fermî ji aliyê hin kesan ve tê birêvebirin û bicihkirin.

‘SEBIR HETA RADEYEKÊ YE’

Me heta niha gelek caran sebir kir û rê nedan provokasyonan. Em dikarin heta radeyekê sebir bikin. Vê yekê bêjim û mînakên şênber jî bidim. Heval dixwazin li Heftanînê li hêzên dijmin ên li ser Girê Xantûrê bixin. Di nava çalakiyê de ne. Pêşmergeyên PDK’ê yên ku hevalan dibînin yekser agahiyê didin dijmin. Qaşo xwe weke hêza parastinê ya Başûrê Kurdistanê dibînin. Bi vî rengî bilêv dikin. Dema ku heval xwe vedikişînin li hevalan didin. Heval dibînin ku pêşmergeyên PDK’ê li wan didin. Hêzên PDK’ê yên li xeta Buserê, Kêrê, gav bi gav cihê hevalan nîşan didin. Dijmin jî bi top û obusan li hevalan dide. Yanî hêzên PDK’ê yên ku li ser gir û rê bi cih dibin kêlî bi kêlî îstîxbaratê didin dijmin. Dijmin jî ji vê sûdê werdigire û li hevalan dide.”

Fermandar Hakî Armanc destnîşan kir ku li gel vê yekê jî wan nêzîkatiya baldar û hesas a tevgera xwe ji xwe re kir esas, li gorî banga gelê xwe tevgeriyan û ev pirs kir: “Gelo yên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin kî ye?”

‘KESÊ MIRIYE KONTRA YE’

Armanc wiha dewam kir: “Kesê herî dawî mir kontra ye. Ji tevgera me qut bû û xwe avêt hembêza dijmin. MÎT’ê ew baş perwerde kiriye. Piştre jî bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ hewl daye li dijî me bi kar bîne. Kesê miriye ew kes e. Di nava wê hêza li ser gir û rê bi cih bûye teqez endamên MÎT’ê hene. Yanî kincê xwe pêşmerge jî be, bi navê PDK’ê tevbigere jî heman hêz e. Em heta niha bi sebir tevbigeriyan. Zehmet e yanî. Em jî ji nêz ve dişopînin. Hevalên me fedayî ne. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi çend hevalan dest pê kir… Rêbertî bi çend hevalan dest pê kir. Di destê wan de ti derfet tune bû. Li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê ku xwedî derfetên mezin bû, biryara têkoşînê dan. Bi wî ruhî xwe gihandin vê demê. Şervanên azadiyê yên niha li çiyayên Kurdistanê ne ji vê kevneşopiyê tên.

‘GERÎLA HÊZEKE FEDAYÎ YE, KES NIKARE LI PÊŞIYA WAN BISEKINE’

Cîhan tev li ber faşîzmê rabûye, helwestê nîşan dide, lê belê hin hêzên Kurd piştgiriyê didin faşîzmê. Berê hêzên Kurd li dijî hev şer kirin, lê belê Kurdan fêde ji vê nedîtin. Destê Erdogan di xwîna Kurdan de ye. Ev hêzên Kurd jî bi kincê pêşmergeyan nokeriyê jê re dikin, didin pêşiya wan. Rêxistina me bi rastî jî hurmetê nîşanî pêşmergeyan dide, lê belê ev hêz pêşmerge nîne, hêza kontra ye. Beriya du rojan hevalên me ber bi wî alî ve diçin û li wesayita ku hevalên me tê de ne direşînin. Gerîla hêzeke fedayî ye. Kes nikare li pêşiya gerîla bisekine.

‘PÊWÎSTE PDK GUH BIDE BANGÊN TEVGERA ME’

Divê hêzên PDK’ê vê fêhm bikin, lewma hîn bi berpirsyarî tevbigerin û bi nêzîkatiyeke berpirsyar guh bidin bangên tevgera me. Kesî negotiye ’em dixwazin şer biqewime’. Her kes li ber şer rabû. Tevgera me bi berpirsyarî tevgeriya û bang kir. Divê PDK vê bibihîze. Şerekî bi vî rengî wê kêfa dewleta Tirk a mêtinger dagirker bîne. Em nakevin vê xefikê.