Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku wekî Ciwana Sine tê naskirin 1’ê tebaxê ji aliyê istixbarata Îranê ve li bajarê Sine hat revandin ji wê rojê ve agahî jê nîne.

Derbarê Werîşe Mûradî de, daxuyaniyek jî ji tevgera jinên Beluc hat.

Tevgera Jinên Belûcistanê di daxuyaniya xwe de vê dibêje.

Wekî tevgera azadîxwazên gelê Belûcîstanê erka me ye, em li dijî zordarê, çewisandinê derkevin.

Piştgirî didin, xwişkên Kurd, çalakvanên mafên jinan, hemû kesên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşînin.

Revandina endama KJAR’ê ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin.

Me bihîst ku di dema revandinê de êşkence û helwestek xirab li Werîşe Mûradî hatiye kirin, ev cihê nerazîbûnê ye.

Em banga azadkirina çalakvana Kurd dikin, her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadiya endama KJAR’ê bikevin nava hewldanan.