AMED – Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir. Serokê Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Amedê Yavuz Akkuzu diyar kir ku wan li dijî polîtîkaya pişaftinê şahiyek wiha li dar xistiye û got: “Armanca me ew e li dijî pişaftinê em zarokan di qada çand û ziman de bînin gel hev.” Şaredariya Sûrê û 16 saziyan ji bo zarokên li Sûrê ji şer bi bandor bûne Festîvala Zarokan a Sûrê li dar xistin. Starta festîvalê hat dayîn. Di çarçoveya festîvalê de zarokên temenê wan di navbera 4-17 saliyê de diguhere beşdarî vekirina festîvalê bûn û 13 atolyeyên kargeriyê pêk anîn. Atolyeyên kargehê li Parka Bircên Ben û Senê ya li ser Kolana Turîstika Sûrê pêk hat. Zarokan eleqeyek baş nîşanî festîvalê dan.  Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Saliha Aydeniz, Semra Guzel, Remziye Tosun, Musa Farisogullari û gellek kes beşdar bûn.  8 SAZIYAN 13 KARGEHÊN ATOLYEYAN PÊK ANΠ Di roja festîvalê ya ewil de ji aliyê Ma Music Centerê ve Boomwhackers, Darbuka û Stranbêj, ji aliyê Komeleya Hêviyên Rengarenk ve Mandala û Çêkirina Pêlîstokan, ji aliyê Komeleya Qada Ciwan a Lotusê ve Boyaxkirina Serûçav û Bez Branda, ji aliyê Civaka Çand û Hunerê ya Amîdart ve Boyaxkirina Keviran, ji aliyê ZimZim ve Kil û Herî, ji aliyê Şaredariya Sûrê ve Pantomîm, ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve Veguherîna Paşde, ji aliyê Komeleya Halê Keda Zarokan ve Lîstikên Kolanan û Kargeriya Wêneyan pêk hat.  ‘EM DIXWAZIN SAZIYAN XURT BIKIN’  Serokê Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Amedê Yavuz Akkuzu derbarê festîvala zarokan a ewile ku tê lidarxistin agahî da û piştî demek dirêj û astengiyên giran yekemîn Festîvala Zarokan a Sûrê ye tê lidarxistin. Akkuzu da zanîn ku ew bi armanca xurtkirina xebatên çand û hunerê van xebatan li dar dixin û armanca wan ew e ku saziyan hêzdar bikin.  ‘ARMANCA ME EW E EM LI DIJÎ PIŞAFTINÊ RAWESTIN’  Akkuzu destnîşan kir ku armanca wan sereke ew e ku bi van çalakiyên hunerî li dijî polîtîkaya pişaftinê ya li ser kurdan pêk tê rawestînin û di hedefa pişaftinê de çand, huner, zarok û jin hene. Armanca me ew e li dijî pişaftinê em zarokan di qada çand û ziman de bînin gel hev. Her wiha em bi van xebatan avakirina bingeha kreşan jî dikin. Em dixwazin van xebatên çand û hunerê bibin gundan jî. Em difikirin ku Rojên Şanoyê ya Zarokan jî li dar bixin. Heta meha tebaxê em ê vê xebata plansaziyê temam bikin.”