NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê e-rojname Ahmet Aktaş, di qunçiknivîsê vê hefteyê de bal kişand ser polîtîkaya Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan û got: “Wisa diyar e R.Erdogan, hem serê xwe hem jî serê dewleta xwe xiste belayeke mezin. S-400 li serê Tirkiye bûye bela.”  Nivîskarê e-rojname, di quncikê îro yê rojnameyê de, bal kişand ser polîtîkayên Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan û anî ziman ku tu rastiya van agahiyan tune û tenê bi van agahiyan rayagiştî dixapîne. Aktaş, anî ziman ku li gorî guman dike, çîroka vê S-400’an, ne weke ku tê gotin e û wiha got: “Li gorî dîtina min, ev agahîdayîna kirîn-firotinê, ne rast e derew e, tenê ji bo xapandina raya giştî ye. Ji gumanê wêdetir, ez ji destpêka vê agahiyê ve heta îro, her dibêjim ‘ev bi tenê qelenê-firotina Efrînê bû!’ Di her du waletan de jî; weke ku an rast be û bazar li ser hatibe kirin û bi 3 milyar dolaran hatibe kirin, an jî weke nêrîna min qelenê Efrînê be, di encamê de tu qezenca dewleta Receb û Devlet çênebû ye, berovajî bûye bela li serê wan. Weke şaîrê mezin Cîgerxwîn dibêje; Malê wan bûye bela li serê wan!”  Aktaş, da zanîn ku piştî DYA’yê niha NATO jî hişyarî li ser hişyariyê dide û heta Tirkiyeyê tehdît dike li ser vê bazara S-400’an û wiha lê zêde kir: “Jixwe dema ku weke mohlet dabû Tirkiyeyê, ji bo ji vê bazarê vegere; 7’ê hezîranê bû û îro temam bû. Bêguman belayên li ser serê Reîsê Serayêne, ne ev bi tenê ne. Hema yekser bi vê ve girêdayî plansaziya wan a Idlibê hildiweşe. Ev mijarek herî mezin bû ji bo qeyimkirin û domkirina tifaq û hevalbendiya navbera her sê dewletan; Tirkiye-Rûsya-Îran. Lê xuya dibe ku histûna herî stûr a konê vê peymana siyasî ketiye erdê. Ji alîkî vê hêzên leşkerî yên Rûsya û Suriyeyê êrîş dibin bi ser hêzên hevalbendên Tirkiyeyê yên li Idlibê, ji aliyê din ve ew hêzên qatil û qirker, xwe bi xwe bi hev ketine û bi hev re şer dikin.”  Aktaş xwest neyê jibîrkirin ku hêzên HSD û Hêzên Taybet ên Efrînê, derbeyên mirinê li hêzên qatil ên ku Tirkiye ew kirê kirine dixin û wiha berdewam kir: “Tirkiye, ji bo awaziya xwe vegerîne û hinekî bala raya giştî ji ser Rojava û bi taybetî ji Efrînê dûr bixe, êrîşên xwe yên qirker û dagirker ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û bi giştî li Başûr zêdetir dike. Erê van êrîşên xwe, bi rêya hemû medya û çapemeniya xwe serkeftî dide xuyakirin. Lê ne rast e, erê zirar û ziyanek mezin dide erdnîgariya welatê me û welatiyên me, her wiha hinek gerîla jî şehîd dikevin, belê derbeyên herî mezin û yên mirinê ew jî li vir dixwin. Serkeftina wan her nabe, lê ji ber wahşet û zilimkariya wan, helbet gelê me pir êş û xemgîniyan dikişînin.Ez bawer dikim, ji ber ku yek ji sedemên herî mezin jî, helwesta rêveberiya Başûr û bêdengiya dewletên Ewropayê dibînin, gazincên herî mezin jî li wan dike.”  Aktaş, bal kişand ser helwesta Rêveberiya Başur û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Başûr, li gel ku li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta tirk helwestek dijber nîşan nade, niha jî di nava hefteyekê de buroya Huda-Parê li Hewlêrê bi awayekî fermî daye avakirin. Ev partiye ku berê bi navê Hizbullahê li dijî gelê me, bi kurtayî heman kiryarên DAIŞ’ê pêkanîne. Lê belê buroya HDP ev 7 sal e li Hewlerê hatiye vekirin lê hêj fermiyetî nedane! Helwestên hinek sazî û kesayet û siyasetmedarên navdar ên hinek dewletan ên li dijî siyaseta R.Erdogan, lawaz be jî hene. Weke mînak hinek Enstitûyên Aştiyê yên Almanyayê rapora xwe ya aştiyê ragihandine û ji YE’yê xwestiye ku têkiliyên xwe, ji dewletên weke Tirkiye û Libyayê, yên otorîter û zilumkar qut bikin. Her wiha tê gotin ku ji ber helwestên xwe yên baş, waliyê bajarê Kassel ê Almanyayê ji aliyê rastgiran ve hatiye kuştin. Siyaseta qirêj a li dijî berjewendên gelan û bi giştî li dijî jiyana azad û civaka demokrat, dawiyê li serê xwediyên xwe jî dibin bela!”     Parve bike: