Dewleta tirk a li dijî Herêmên Parastina Medyayê di nava planeke êrişê de ye, ji bo vê planê têxe meriyet ê di nava trafîkeke dîplomasiyê ya zêde de ye. Rayedarên dewleta tirk ên leşkerî û siyasî bi vê armancê di nava sê mehên dawî de bi rayedarên hikumeta navendî ya Iraqê, Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re gelek hevdîtin kirin.

Rayedarên ku bi heman armancê gelek caran çûn Amerîkayê jî, ji bo operasyona derveyî sînor têxin meriyetê ketine pey wergirtina destûrê.

Gava dawî ya trafîka dîplomasiyê ya di vî warî de zêde bûye, bû serdana Iraqê.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin têkildarî operasyona derveyî sînor ku li dijî Qendîlê tê plankirin, ji li ser hevkariyê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinê bikin çûn Bexdayê.

Balkêşe ku her sê kesên beriya niha cuda cuda çûn Bexdayê û hevdîtin kirin vê carê bi hev re çûn Bexdayê.

Di rojeva civîna ewlehiyê ya ku dê di malovaniya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê bê kirin de operasyona tê xwestin li dijî Herêmên Parastina Medyayê bê kirin heye. Ev agahî ji aliyê saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilata AKP’ê ve hatin servîskirin.

Di hevdîtinên li Bexdayê de dîsa mijarên enerjiyê dê bên axaftin. Di vê çarçoveyê de wê pêşketina çavkaniyên gaza xwezayî li Iraqê û şandina wan ji bo bazarên navneteweyî û ji nû ve destpêkirina şandina xeta petrolê ya Iraq û Tirkiyeyê bê nirxandin.

Her wiha plana Iraqê ya ji bo çêkirina rêyeke bazirganî ya ji Kendava Basrayê yekser ber bi Tirkiyeyê ve, wê di rojevê de be.

Li aliyê din tê payîn ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan dê di meha Nîsanê de serdana Iraqê bike.