Wezîrê Karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, Wezîrê Karên ewlekariyê yê Tirkiyê Yaşar Güler û Serokê MÎTa Tirk İbrahim Kalın, beşdarî civîna li Baxdayê bûne.

Ji aliyê Iraqê jî, Wezîrê Karên Derve Fuad Hüseyin û Wezîrê Karên Parastinê Thabit Mohammed Al Abbasi û rayedarên îstîxbarata Iraqê di civînê de amade bûn.

Hate diyar kirin ku civîna îro, berdewama civîna payebilind ya di 19ê Kanunê de ye.

Piştî cîvîna 19ê Kanun jî, alîyan daxuyanî dabûn û gotibûn; Em di têkoşîna hevpar ya li dijÎ terorê de bi biryar in.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Oncü Keçeli, îro, di civîna çapemeniyê de got; Di civîna li Baxdatê e, wê li ser mijarên ewlekarî û hevkariya eskerî werê axaftin. Armanc jî ew e ku li dijî terorê têkoşînek hevpar werê pêxistin û gavên pratîkê werin avêtin. Em bi biryar in Havînî PKKe tune bikin.

Çavdêrên siyasî jî destnîşan kirin ku piştî derbeya dawî ya giran ku hêzên Azadiya Kurd, li artêşa dewleta Tirk dan, Tirkiyê fêhm kir ku ew nikare bi Gerillayên Kurd, ji bo vê jî, dixwaze hêzên herêmê bikar bîne.

Çavkaniyên dîplomatîk jî diyar kirin, Tirkiye neçar maye ku serî li rayedarên Baxdatê û Herêma Kurdistanê dide.

Lê rayedarên Iraqê, di demên dawî de, li hemebrî êrîşên Tirkiyê yên li dijî xaka Irakê nerzîbûnên xwe tînine ziman.

Di daxuyaniya piştî civîna di meha Kanunê de, yekemîn car, têkoşîna hevpar ya li dijî PKKê hate ziman. Ev jî dide xuya kirin ku di navbera Tirkiyê û Baxdatê de hevkariyek nû heye.

Dîse jî fikar hene ku komên ŞÎÎ yên alîgirên Iranê, li dijî hevkariya Baxdat û Enqerê dijberiyek tund nîşan bidin.

Wezîrê Karên Ewrlekariya Tirkiyê Güler jî gotibû, Iraq sozan dide, lê gavên pratîkî navêje. Ev gotin jî didine xuya kirin ku bandora komên Şîî li ser Baxdatê heye.

Wezareta karên têkiliyan ya Tirkiyê jî, diyar kir ku Serokkomar Tayip Erodgan wê di meha Nîsanê de biçe serdana Baxdatê.Ev serdan wê di biryarên desthilatdariya Baxdatê de bibe sedema guhertinan.

Lê encama civîna îro ya li Baxadtê wê bandorê li serdana Erdogan jî bike.