Rojnamevan Botan Germiyanî ji têkildarî geşedanên li herêmê ji ajansa ANFê re axivî û got; Ji ber êrişên dewleta Tirk 161 gund hatine valakirin û 602 gund jî li ber valakirinê ne. Dewleta Tirk niha jî amadekariyan dike ku êrişî Garê bike.

Dewleta Tirk, bi taybetî Silêmaniyê, Dihokê, Hewlêrê, parêzgeha Nînova û Şingal dike armanc. Mixabin PDKê jî, bi dewleta Tirk re hevkariyê dike.

Yek ji armancên dewleta Tirk, berterefkirina welatparêz û kesên xwedî helwest e. Armanca din jî, şikandina îradeya gelê ku piştgiriyê dide Tevgera Azadiya Kurd e. Armanca herî mezin ya dewleta Tirk, dagirkirina Heêrma Başûr e.

Dewleta Tirk hemû Kurdan, bi taybetî Kurdên rêxistinkirî û partiyan teva ji bo xwe asteng dîbîne û bi her cureyên qirêjî siyaseta xwe ya qirkirinê li ser Başûr dimeşine.

Mixabin PDK’ê dest daniye ser desthilatdariya Başûr û li gorî berjewendiyên xwe û armancên dewleta Tirk tevdigere. Tu elaqeya vê desthilatdariyê bi herêma Kurdistanê re nîne.

Piraniya rayedarên vê desthilatdarî û dezgehên parastina îstîxbaratê, PDK’yî ne û endamên PDK’ê ne. Ev kes bi temamî ketine xizmeta dewleta tirk.

Rojnamevan Germiyanî got;Wezareta dewleta Tirk herî dawî got, di nava axa Başûr de bi rayedarên PDK’ê, berpirsê balayî zêrewanî, rayedarên parastina îstîxbarata PDK’ê re civiya ne û mikur hat ku ew planên dagirkirina başûrê Kurdistanê dikin. Iraq jî, hem ji hêla leşkerî ve, hem ji hêla îstîxbaratî ve destekê didê wan.

Germiyanî pirsa. “gelo ev rayedarên ku destê wan di xwîna zarokên Kurd de heye, çawa li baregehên Zêrewaniyan dicivin û planê dagikririna herêmê amade dikin? kir û got; Yaşar Guler anî ziman ku ew ê bi alîrkariya a Iraq û PDK’ê vê operasyonê bikin.

Ev sal û nîv e liv û tevgera dewleta tirk ya li ser herêma Berwariyê zêde bûye. 4 baregeh li wir bi cih kirine. Armanca wan jî ew e ku îsal careke din êrişî çiyayê Garê bikin. Çiyayê Garê ciheke herî stratejîk e û heta niha dewleta tirk dagir nekiriye bikevê Garê. PDKe jî alîkariya dewleta Tirk dike û raste rast bûye beşeke ji van êrişan. Li dijî êrişên dewleta tirk dengekî bilind û hêrseke mezin a gel heye. Lê ne di asteke mezin de ye ku ji van êrişan re bibe bersiv. Gel van êrişan û siyaseta xiyanetê şermezar dike.