Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareser” 27’ê Mijdara 2023’an dest bi greva birçîbûnê kirin.

12’ê sibata 2024’an jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku piştî hilbijartinê ew ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyan herî dawî 3’ê nîsanê daxuyanî dan û vê qonaxê ragihandin û wiha gotin.

Ji 4’ê Nîsanê û pê ve em ê bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê çalakiya xwe bimeşînin.”

Bi vî awayî jî çalakiya girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de destpê kir, di roja 146’eman de didome.

Piştî çalakiya girtiyên azadiyê, malbatên girtiyan jî li derve dest bi Nobetên Edaletê kirin.

Li 8 navendan Amed, Mêrdîn, Batman, Wan, Edene, Mersîn, Stenbol û Îzmîrê çalakî destpê kir.

Malbatan 14’ê Nîsanê bi daxuyaniyan ragihandin ku çalakiya nobeta edaletê bi dawî dikin.

Lê bi rê û rêbazên cuda wê çalakiyên xwe dewam bikin.