Pisporê ceza û hiqûqa navneteweyî Parêzer Jan Fermon derbarê terîda li Îmraliyê li dijî Rêber Apo axivî û vê nirxandinê kir.

Li Îmraliyê ji cezayê dadgehê wêdetir cezayekî neqanûnî ku bi awayekî eşkere tê kirin heye. Li gorî hiqûqa navneteweyî derqanûnî ye îllegal e û suc e.

CPT di çarçoveya hin qanûnên navxweyî de kar dike û qanûnên xwe disepîne. Dîsa jî li hemebrî vê rewşa awarte divê bikevê nava tevgerê.

Rewşa Birêz Abdullah Ocalan gelekî taybet e. Ocalan weke parçeyek ji şerê çekdarî yê navxweyî yê li Tirkiyê hate mehkûmkirin. Divê ev yek bi rengekî asayî xwedî encamên statuya girtîbûna şer be. Dîlgirtiyekî şer, girtiyeke ji rêzê nîne.

Biya min, lazime li ser îhîtîmala destwerdana Xaça Sor a Navneteweyî bê rawestandin. Tevgera Kurd a ji bo statuya dîlgirtiyê şer a Birêz Ocalan dikare gelek bi bandor be. Ev yek wê nîqaşê ji paradigmeya terorê jî dûr bixe û vegere rastiya şerê çekdarî.

Şerekî çekdarî heye û kesên di çarçoveya vê şerê çekdarî de ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine mehkûmkirin hene. Dema ku ev girtî weke dîlgirtiyên şer bên qebûlkirin, wê rayedarên Tirk neçar bin ku li gorî vê statuyê tevbigerin.

Parêzer Jan Fermon da zanîn civaka navnetewî destekê didin dewleta Tirk û wiha got:

Erka ku dikeve ser milên me ew e ku em bêdengiya li dijî tecrîda li Îmraliyê bişkînin û bikaribin hin tiştan biguherînin, ji bo rakirina bêhiquqiyê bişînin, ji bo azadiya wî bi israr bin. Nelson Mandela jî, ji ber ku gelên cîhanê bi israr bûn, azad bû. Zextên gelên cîhanê ya li dijî rejîma Apartheîd kir ku Mandela azad bibe.

Ez di wê baweriyê de me ku rewşa Birêz Ocalan dişibe vê rewşê, divê rojeva azadiya wî û çareseriya pirsa Kurd a li Tirkiyê her tim di rojevê de bê girtin ku zextê li endamên din ên civaka navneteweyî bike û bixe nava tevgerê.

Parêzer Jan Ferman, herî dawî got;

Bi dîtina min, NY ji bo hevkariya navbera welatan organîzasyoneke girîng a navneteweyî ye. Lê NY’ê ne hêzeke ‘polîs’ a navneteweyî ye. Dibe ku Konseya Ewlekariyê hin tedbîran ferz bike û cezayan bide.

Mekanîzmeya ku ji bo Xezayê katiye nava tevgerê, wekî li Başûrê Efrîkayê dixebite. Ez bawerim ku ev mekanîzmaya navneteweyî di mijara gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan de bikevê nava tevgerê û bi Tirkiyê jî gavan bidê avêtin.