Komîteya têkiliyên derve ya KCK’ê li ser serdana Erdogan ji bo Iraqê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê da zanîn wê Erdogan 22’ê nîsanê fermî serdana Bexda û Hewlêrê bike vê serdanê wekî têkiliyên aborî nîşan dide, lê armanc rewakirina êrişên nûye û wiha domand.

Serdanê wekî têkiliyên bazirganî û aborî nîşan didin, lê armanca wan ewe, 87 baregehên leşkerî yên li Iraqê û dagirkeriya nû fermî bikin, plana êrîşên xwe yên nû rewa bikin. Dibin navê ewlehiyê de dixwazên deriyê qadên dagirkeriyê yên nu li Iraqê veke.

Desthilata Erdogan serweriya Iraqê binpê dike, qada wê ya bejahî û hewayî li gorî dilê xwe bi kar tîne; her roj gund, baxçe, mal û wesayîtên Iraqiyan bombe dike, sivîlan qetil dike. Van êrişan jî bi alîkariya siyasî, leşkerî û lojîstîkî ya PDK’ê dike.

Gelê kurd û civaka Iraqê li dijî hevkariya Tirkiye-PDK û dagirkeriya Tirkiyê ye. Erdogan di ferqa vê de ye û dixwaze hikûmeta Bexda bikêşîne cem xwe. Hem PDK’ê ji rewşa zehmet rizgar bike hem jî dagirkeriya li Iraqê mayînde bike.

KCK’ê da zanîn dewleta Tirk dixwaze têkçûna xwe ya di hilbijartina xwecihî de veşêre û wiha got:

AKP ya Erdoğan serkêşiya wê dike di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkçûneke mezin jiya. Cara pêşî ye dikeve rewşa partiya duyemîn. Vê yekser bandor li siyasetê, krîza ekonomîk a li Tirkiyê kir. Hat dîtin, desthilatdariya AKP’ê ne mayînde ye. Hikûmeta Bexda jî divê vê rastiyê bibîne û Erdogan re nekeve angajmanên demdirêj.

KCK’ê da zanîn Erdoğan PKK’ê, gerîlayên wê wekî hêncet nîşan dide, armanc dagirkirina Iraq û başûrê Kurdistanê ye û wiha got:

Ji bo êriş û dagirkeriyeke nû, amadekarî tê kirin. Ji salên 1980’î ve tevgera me bi civaka Iraqê û dewleta Iraqê re li ser bingeha rêzgirtina bi hev re di nava têkiliyên dostane de ye. Heta niha ti alozî, şer an go bûyerên neyînî çênebûne. Berovajî 2014’an dema êrişên DAIŞ’ê de gerîlayên Kurd li heman eniyê bi gelê Iraqê re ji bo parastina Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Şengal û Mexmûrê şer kirin, di dema parastina xaka Iraqê de bi sedan şehîd dan. Dema ev şer diqewimî, Tirkiyê destek dida çeteyên DAÎŞ’ê, ne gelê Iraqê.

KCK’ê di dawiyêde vê şiyariyê û bangê kir

Rêveberiya PDK’ê yekane hêza Iraqê ye ku ji bo Tirkiye li ser xaka Iraqê mayînde bibe xizmetê dike. Divê PDK dawî li têkiliyên xwe yên bêyom ên bi desthilatdariya Erdogan re ku di pêvajoya ji hevketin û hilweşînê de ye bîne. Li dijî gelê Kurd û civaka Iraqê, bi Tirkiyê re hevkariyê neke.

Divê civaka Iraqê, gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û çapemeniya Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyê, planên êrişên nû derkevin, helwestê nîşan bidin.