Girtiyê bi navê Mehmet Hayme telefonî bavê xwe Şafî Hayme kir û dema ku got “Piştî 1’ê Adarê tevî 90 hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine” axaftina wî ya bi telefonê hate bidawîkirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê 78 roj in berdewam dikin. Girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kiribûn ku di 1’ê Adarê de ew ê dest bi grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger bikin.

Girtiyê bi navê Mehmet Hayme ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê de ye, telefonî bavê xwe kir û diyar kir ku piştî 1’ê Adarê 90 kes ketine greva birçîbûnê.

Bavê Mehmet Hayme diyar kir ku, dema ku kurê wî ev agahî dane, axaftina bi telefonê ji nişka ve hatiye qutkirin û got ku, “Kurê min çend roj berê telefonî min kir û diyar kir ku tevî 90 hevalên xwe ew di greva birçîbûnê de ne. Berê axaftina me 10 deqîqeyan didomiya lê vê carê axaftina kurê min di nîvî de hate qutkirin û kurê min careke din telefon nekir.”